14 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Lihevkirin hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê pêk tîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku peymana di navbera HSDê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin, gaveke girîng û dîrokî ye, pêşketineke stratejîk e ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên hemû gelên Sûriyeyê yên pêkanîna aştî û aramiyê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de ku di 10ê Adarê de pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Peymana ku di navbera birêz Ehmed El Şerai û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî de hatiye îmzekirin, peymaneke girîng û dîrokî ye di vê qonaxa hestiyar û dijwar de ku Sûriyeyê tê re derbas dibe piştî rûxandina rêjîma Bais`ê. Em tekez dikin ku ev lihevkirin û bendên wê piştrast dikin ku bijarteya tekane  ew e ku em pirsgirêka xwe bi diyalogê çareser bikin. Di heman demê de helwesta me ya hertimî ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê û pêkhateya wê ya civakî diyar dike. Ev pêngaveke erênî û girîng e di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de, ev dê bibe têvedaneke girîng ji bo xurtkirina rihê hevpariyê di pêkhatin û avakirina siberoja Sûriyeyê de, û dûrketina ji zêhniyeta dûrketinê û stemkariyê ku hemû gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan êşa wê kişandiye. Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  emê weke berê bi rihê berpirsyariyê pêşengiya vê pêvajoyê bikin.

Ji roja yekem a rûxandina rêjîma Baas ve, me weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekezî li ser girîngiya lihevkirina di navbera hêzên curbicur ên niştimanî yên Sûriyeyê û destpêkirina diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê kir, ku bibe bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê û avakirina Sûriyeke yekgirtî û demokratîk.

Bi vê boneyê em gelê xwe pîroz dikin ji ber vê pêngavê ku weke serkeftinek ji bo tevahiya gelê Sûriyê tê dîtin û bû asteng li pêşiya hemû kesên ku hewl didin serkeftinên ku gelê me bi dest xistine, alozî û parçebûnê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de têk bibin.

Rejîma berê sala 2004an nikarîbû têkiliya dîrokî ya di navbera gelên herêmê bi taybet gelên kurd û ereb têk bibe, ku piştî wê gelê me li dijî zulmê serî hilda. Em ê çi ji destê me bê ji bo parstina yekitiya gelê xwe û destkeftiyên xwe, bikin. Vi vê boneyê  em şehîdên serhildana Qamişlo bi serbilindî bi bîr bînin. Ev lihevkirin gaveke girîng e ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên we. Ev lihevkirin dê bighêje armancên xwe û aşitî li herêmê pêk bê. ”