Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Koalisyona Navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û êrîşên Dewleta Tirk rawestînin.
Rêveberiyê diyar kir ku di demekê de em helwdidin birînan derman bikin dewleta Tirk êrîşên xwe nade rawerstandin. Di daxuyaniyê de Rêveberiyê komkujiya Sirînê bi bîr xist û eşekre kir ku ew komkiujî sûcî şer. Li gor daxuyaniyê sûcekî şer li dosyeya sûcên Dewleta Tirk ku rasterast sivîlan dike hedef, zêde dibe.
Rêveberiya xweser bang li civaka navneteweyî nexasim Konseya Ewlekariyê û NY`yê kir ku tedbîrên tund li dijî Dewleta Tirk bistînin. Her wekî bang kir ku dosyaya van sûcan radestî Dadgeha Navneteweyî ya Dadê li Laheyê were kirin.
Rêveberiya Xweser: Pêwîste Koslisyona Navnetewî destwerda êrîşan bike. Ji ber Dewleta Tirk hemû xetên sor ên ku civaka navneteweyî, NYyê û Konseya Ewlekariyê diyar kiribûn, derbas kir.
Her wiha bang li Koalisyona Navneteweyî hat kirin ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û êrîşên Dewleta Tirk rawestîne.