25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser komkujiya HTŞê şermezar kir

Rêveberiya Xweser komkujiya ku ji aliyê HTŞê ve li Dêr Hafirê hatiye kirin şermezar kir. Rêveberiyê bang kir ku divê faîlên komkujiyê li pêşberî edaletê werin cezakirin û bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî li pêşberî sivîlan bi cih bînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiya li Dêr Hafirê a ji aliyê hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ku pêk hatî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê bi tundî hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku komkujî berdewamiya dijminatiya gelê herêmê nîşan dide û tirsê çêdike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku welat di pêvajoyek gelek hesas re derbas dibe, lewra pêdivî heye ku hemû alî ji bo avakirina siberojeke ewle, aram û bêyî tundî û înkarkirin bixebitin.

Rêveberiyê diyar kir ku gelê herêmê zêdetirî serdemekê ji ber kuştin, wêranî û komkujiyan, êş dikişîne û hîna ev binpêkirin necidîbûna hin aliyan di avakirina Sûriyeya nû de nîşan dide.

Rêveberiya Xweser di dewama daxuyaniyê de bang kir ku divê faîlên komkujiyê li pêşberî edaletê werin cezakirin, bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî li hember sivîlan bi cih bînin.

Rêveberiyê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re û ji birîndaran re şîfa xwest.

Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku çekdarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êriş gundê Um Tîne yê bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê bajarê Helebê kiribûn û di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 din jî birîndar bûn.