Di rojên dawîn de êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê zêdetir bûne. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di encama êrişên duh (23 Îlon) de 492 kes hatin kuştin û hezar û 645 kes birîndar bûne. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 16 sûriyeyî hatin kuştin.
Têkildarî mijarê nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê Ebduselam Ehmed ji ajansa ANHA’yê re axivî. Ehmed got: “Wekî tê zanîn ev salek e ji ber şer başûrê Lubnanê ewle nîn e. Ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran penaberên sûriyeyî li başûrê Lubnanê dimînin.”
Ehmed bi bîr xist ku wan beriya niha jî bang li penaberên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû ku ji ber berfirehbûna şer ji başûrê Lubnanê derkevin û got: “Şer niha berfireh dibe. Bi hezaran kesên li başûrê Lubnanê ber bi Beyrûtê ve diçin.”
Ebdulselam Ehmed ragihand ku Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê ji bo penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyek ava kiriye û got wezîfeya vê komîteyê ew e ku alîkariyan pêşkêşî penaberan bike.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kir ku nûnertiyê komîteyên hemahengiya kar û barên penaberên ku dê vegerin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ava kirine.
Hêjaya bibîrxistinê ye ku hejmara penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê 2 milyon derbas kiriye.