Duh balafirên bêmirov û biçek ên dewleta tirk 3 caran êrîşî kantona Qamişloyê kirin. Êrîşa yekemîn li dijî navendeke xizmetguzariyê ya li bajarokê Rimêlanê bû. Piştî nîvro jî, li nêzî gundê Şork ê li ser rêya di navbera navenda Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de li nêzî bajarokê Til Merûf 2 erebe hatin hedefgirtin.
Rêveberiya Xweser îro bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku di wan êrîşan de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 5 kesên din jî birîndar bûne.
Dewleta tirk roja duşemê jî gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran topbaran kiribû. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûbûn.