Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên Tirkiyeyê û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Reqayê daxuyanî da. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd daxuyanî xwend. Evîn Siwed anî ziman ku bi rûdana geşedanên dawî re Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter hewl didin ewlehiya herêma wan têk bibin û wiha axivî: “Hewldana wan ewe ku parastina xelkê herêmê asteng bikin. Armanca ji van hewldanan, qirkirina komî ye. Di heman demê de siyaseteke ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin da ku rewşê tevlihev bike, rê li ber berfirehbûna tundrawiyê veke û plana ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve daye destpêkirin, bi cih bîne.”
‘Dixwazin vîna gel bişkînin’
Evin Siwêd li ser armanca êrişên ser Minbicê û herêmên wan ên din jî rawestiya û got: “Dixwazin îradeya gel bişikînin û desteserkirina biryara gel a demokratîk e. Ji bo têkbirina hewldanên me yên avakirina aramiyê ye. Ev êriş di heman demê de wek tolhildaneke diyar ji têkoşîna me ye ku di dirêjahiya 10 salan de me li dijî teror û çeteyan kiribû. Em teqez dikin ku em tevahî erkên xwe li hemberî gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin. Em ê li hemberî tevahî projeyên bi armanca têkbirina îradeya me, bisekinin. Em li ser bingehê xweparastinê projeya xwe biparêzin. Di vê dema tevlihev û zehmet de pişta me bi zanebûna gelê me û hevgirtina wî xurt e. Serkeftinên ku me bi dest xistine, bi saya vê hevgirtinê ne. Careke din em dubare dikin ku bingeha herî xurt a bidestxistina serkeftinê û parastina destkeftiyên ku me di salên dawîn de bi xwînê bi dest xistine, yekitiya hemû pêkhateyên gel e.”