11 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser dê xwendekarên li Laziqiyê û Humisê vegerîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhîlatê  ji bo xwendekarên ji herêmê yên ku li Laziqiyê û Humisê asê mane, otobus veqetandine.

Gerînendetiya Veguhastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew amade ye xwendekarên li Laziqiyê û Humisê asê mane, bîne herêmê.

Gerînendetiyê di daxuyaniyê de diyar kir: “Di çarçoveya erk û berpirsyariya me ya civakî ya li hemberî xwendekar û civaka me de, em radigihînin ku me duh û îro otobusên şîrketên Jiyan û Îzla veqetandine da ku xwendekarên li herêmên Laziqiyê û Humisê asê mane, bînin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev xebat ji bo silametiya xwendekaran û vegerandina wan a ewle û li herêm û malbatên wan tê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, otobus dê li gorî bernameyeke plankirî werin şandin. Hate destnîşankirin ku ji bo hêsankirina tevgerê û silametiya her kesî jî koordîne bi aliyên têkildar re hatiye kirin.

Li herêmên perava Sûriyeyê û Humisê di navbera çekdarên desthilata Şamê û komên çekdar de şer rû dide. Li gorî SOHRê di 72 saetên dawîn de 39 komkujî hatine kirin û di encamê de 973 kes hatine kuştin. 7ê Adarê xwendekara bi navê Şînda Adil a ji Qamişloyê ku li Zanîngeha Laziqiyê beşa tibê dixwend, hatibû kuştin.