Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya xelkê Siwêdayê îro, amadekirina karwana alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo şêniyên Siwêdayê temam kir. Karwana alîkariyan ku Rêveberiya Xweser bi însiyatîfa xwe amade kiriye li bendê ye ku korîdorek were ewlekirin ku bigihîne şêniyên Siwêdayê.
Karwan ji pêdiviyên bijîşkî û pêdiviyên mirovî pêk tê, li ser bangên dûbare yên xelkê Siwêdayê hatiye amadekirin.Rêveberiya Xweser ji bo ku karwan di kêmtirî hefteyekê de bigihîje Siwêdayê bernameyek daniye û aşkera kir ku ger rê ewle be ew amade ye karwanên din jî bişîne.