1 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya nû ya DBPa Amedê diyar bû

DBP’a Amedê 6’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û got: “Di meseleyeke ewqas dîrokî de em qebûl nakin ku aktoreke dîrokî li Girîgeha Îmraliyê tecrîdkirî be. Divê birêz Ocalan azad bibe.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li eywaneke dawetan a navçeya Peyasê 6’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Bi îradeya teorîk û pratîk ber bi civaka demokratîk ve”, “Bi cinîya azade ver bi komelê demokratîkî ”, “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî biserkevin”, “Bi civaka demokratîk ber bi aştiya bi rûmet ve”, “Perwerde de ziwanê dayîke cuye de ziwanê dayîke”  û “Sosyalîzm bê azadiya jinê nabe” hatin daliqandin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di kongreya DBPê ya Amedê de axivî û di destpêkê de konferansa “yekitiya neteweyî” ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got ku pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd a li Bakur jî erka wan e. Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku divê pirsgirêka kurd were çareserkirin û got: “Di bingeha hemû pirsgirêk û neheqiyên li vî welatî de neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye.  Di vê pêvajoyê dîrokî de tiştên girîng dikevin ser milên me tevan. Li rexekî polîtîkayên ewlehiyê yên ji bo domandina şer, li rexa din jî rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava heye ku gel xwe bi xwe birêve dibe. Êdî ev vebijêrk li pêşiya hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. An dê HTŞ’ê hilbijêrin ku her roj Durzî û Elewiyan qetil dike, an jî dê Rojava hilbijêrin ku her kes bi ziman, çand, bawerî û nasnameya xwe azad dijî. Pergala li Rojava, ji bo hemû cîhanê bûye hêvî. Em ne tenê gelê Kurd in. Em ew gel in ku têkoşîna azadiyê mezin kir û nîşan da ku têkoşîn dikare veguhere pergalê. Ew pergal îro bûye pergala mînak ku pêdiviya hemû cîhanê pê heye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em vê pergalê gav bi gav bixin meriyetê.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar bi domdarî wiha got: “Jin û ciwan bi fihûş û tiryakê re rû bi rû hiştin. Li Amedê Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hate avakirin. Em duh di wê meşê de bi hev re meşiyan. Tam jî niha pêdiviya me bi wan nirxên exlaqî û polîtîk ên gelê Kurd heye. Divê ciwanên me u pêşengên têkoşîna me ne van nirxên exlaqî û polîtîk derbasî nifşên nû bikin. Lê pergal çi dike, hewl dide ji bo astengkirina vê ciwanên Kurd, jinên Kurd weke amûrekî bi kar bîne. Dijminê herî nêzî deriyên me, tiryak e. Me heta niha rê neda elemanên polîtîkaya şerê taybet a dewletê û rê rê nedin wan. Heke em tevek piştgiriyê bidin platform ê û nobeta azadiyê bigirin, ev meseleye dê were çareserkirin.  Birêz Ocalan bangek kir û îktîdar bêdeng e. Gelên Tirkiyeyê, muxalefeta îro zext li ser hene, gelê Kurd dikare vê bêdengiya îktîdarê bi dawî bike. Divê bang li dewlet û îktîdarê were kirin ku peywira xwe bicih bîne. Em mecbûr in civaka demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî mekanîzmaya me siyaseta demokratîk e. Banga 27’ê Sibatê jî ji me re dibêje ku siyaseta demokratîk were mezinkrin. Ev niha mezintirîn hedefa me ye. Dermanê pirsgirêkên Tirkiyeyê, civaka demokratîk û avakirina jiyaneke civak tê de kirde ye. Erk û berpirsyartiya me jî ev e. Em ê hem siyaseta demokratîk mezin bikin hem jî ava bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Çîgdem Kiliçgun Uçar ev tişt anî ziman: “Îmrali, qada tecrîdê ye. Gelê Kurd bi hiqûqeke nayê qebûlkirin tê darizandin. Em di pergala hiqûq û edaletê ya vê dewletê de cih nagirin. Bi hiqûqeke nayên naskirin de tên darizandin û ceza li me tê birîn. Ev jî bes nake ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tên avakirin û tehliye tên astengkirin. Tiştekî bi navê TMK’ê heye ku mezintirîn amûra înkarkirina gelê Kurd e. Ji hemû daxwazên rewa yên gelê Kurd re dibêje ‘teror.’ Wê demê dê bi kê re aştiyê bikî? Me tu caran dev ji têkoşîna aştî û demokrasiyê berneda. Pêdiviya me bi dewlet û îktîdareke têkoşîna gelê Kurd hembêz dike heye. Em ji bo berpirsyartiyên xwe amade ne lê divê îktîdar jî pêşiya vê formula amade veke. Divê çi bike, divê birêz Ocalan azad bibe. Em qebûl nakin di vê meseleya dîrokî de aktorê dîrokî di mercên tecrîdê yên Îmraliyê de be. Divê dewlet ji bo banga 27’ê Sibatê gavan biavêje.”

Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê hate kirin. Rûçem Elyakut û Ahmet Dogan weke Hevserokên DBP’a Amedê yên nû hatin hilbijartin. Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.