Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya xwe ya di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan dabûn destpêkirin di 4’ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû kiribûn. Girtiyan di 4’ê Nîsanê de biryar dabûn ku dadgehan boykot dikin û dernakevin hevdîtina bi malbatan re û bi telefonê bi malbatan re naaxivin. Girtiyan piştî 4’ê tîrmehê dawî li vê çalakiyê anîn û gotin: “Di asta heyî de ev çalakî diqede. Di pêvajoya pêngava ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêvajoya pêngavê bibin.”
Piştî vê çalakiyê zext û tundiya li ser girtiyên siyasî zêde bûn. Yek ji girtîgehên ku zext li ser girtiyan zêde kiriye Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê ye. Yek ji girtiyên mafê wî tê xwarin girtiyê siyasî Îsmaîl Tuzun ku 20 sal in girtî ye.
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in girtî ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hate kirin û pêkanînên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna dev” lê hatin ferzkirin. Tuzun zêdeyî 3 meh in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehirê tê ragirtin. Tuzun têkildarî zext û tundiya rêveberiya girtîgehê bi rêya malbatê agahî dan.
Tuzun diyar kir ku piştî girtiyên siyasî çalakiya ku dabûn destpêkirin bi dawî kirin, zextên li ser wan zêdetir bû û wiha got: “Girtiyên siyasî li vir her yek di menzelekê de tê hiştin. Girtîgeh 3 qat e. Her girtî rojê tenê dikare saetekê derkeve hewşê û hewayê bistîne. Rojê 23 saetan di hundirê menzelê de ye. Li vir girtiyên PKK’yî, FETO û bêalî di heman korîdorê de têne hiştin.”
Tuzun anî ziman ku mafê girtiyan ên hevdîtina hevpar, kurs, atolye û hwd ji destê wan hatiye girtin û got: “Bi hinceta ‘Propaganda û xwe bi vî awayî bi rêxistin dikin’ vî mafê wan nadin me. Em li vir 20 girtî tev li çalakiyê bûbûn. Bi hinceta me propaganda kiriye li me 20 kesan ji bo her yekî 11 roj cezayê hucreyê birîne. Ji ber ku min lêgerîna tazî qebûl nekir, 6 roj cezayê hucreyê li min birîne.”
Tuzun, da zanîn ku dema ew li Edeneyê bû li ser mijarên cuda lêkolîn kiribû û nivîs nivîsandibûn û wiha axivî: “Rêveberiya girtîgehê ji ber nivîsên min, bi hinceta min propaganda kiriye 11 roj cezayê hucreyê li min birîn. 100 roj piştî ku dest danîn ser nivîsên min ên ku ji lêkolîn û romanan pêk tê, dozger der barê nivîsên min de lêpirsîn da destpêkirin.
Tuzun da zanîn ku girtî nikarin biçin nexweşxaneyê tedawî bibin û wiha berdewam kir: “Hem girtî nikarin biçin nexweşxaneyê û hem jî avê ji ser me qut dikin. 3 rojan qet av nedan me. Me pêdiviya avê ji markete peyda dikir. Me av bi pereyên xwe kirî. Her hefte 1-2 rojan li menzelê lêgerîn dikin û menzelê tevî belav dikin û diçin. Em têkildarî van zext û tundiyan li dozger gilî dikin. Lê dozger tu bersîvê nade me. Li vir rêveberiyek taybet heye. Nameyên me nadin derve û nameyên derve nadin me. Li vir wekî dijmin nêzî me dibin. Em dixwazin parêzer û wekîl bên li vir lêkolîn bikin û li dijî vê neheqiyê raya giştî ava bikin.”