12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Restellini: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin

Dr. Jean-Pierre Restellini ku sê caran çûbû Îmraliyê, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha got: “Divê CPT der barê Tirkiyeyê de daxuyaniyekê bide.

Ji 15’ê  Sibata 1999’an heta niha 25 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di tecrîdeke giran de tê ragirtin. 40 meh in bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Parêzer û malbat her hefte ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê dozgerî serlêdanan bê bersîv dihêle. Heta niha 1330 parêzeran û gelek baroyên li Tirkiyeyê ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Lê hemû serlêdan bê bersîv tên hiştin. Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê 2 caran bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kirin, lê dîsa daxwazên dayikan li ber çavan nehatin girtin. Dewleta tirk tevî ku di platformên navneteweyî de hewl bide cezayên ‘dîsîplînê’ û qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re hincetan bibîne û bi zorê rave bike jî, pisporên mijarê destnîşan dikin ku tecrîda li Îmraliyê binpêkirina hiqûqê ye.

Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê pêkanîn, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.

Endamê CPT yê berê Dr. Jean-Pierre Restellini der barê mijarê de ji nûçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî. Dr. Jean Pîerre Restellini diyar kir ku li gorî pîvanên CPT’yê tecrîda girankirî nayê qebûlkirin û got, “Ji Îmraliyê bêhtirî 40 meh in agahî nayê girtin, ev yek pirsgirêkek cidî nîşan dide. Divê qet nebe CPT der barê serdana xwe ya dawî de nêrînên xwe parve bike û dewlet jî bersivek bide. Lê rayedarên Tirk bersivê nadin. Li gorî peymanê heta dewlet daxuyaniyek nede, CPT jî nikare rapora xwe parve bike. Stratejiyek zehmet e lê dewletên berpirsyar rêbazeke wiha diyar kirine. Min berê jî gotibû, hin welat dibe ku demeke dirêj ango çend sal jî bersiv nedin.”

‘Rewya Îmraliyê bi fikar e’

Restellini, destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina ligel parêzer û malbatê û qutkirina têkiliyê rewşeke ku nayê qebûlkirine û wiha domand, “Ji bo ku agahiyek ji Abdullah Ocalan neyê girtin, dewleta Tirk her rêbazê diceribîne. Em nizanin ka Abdullah Ocalan bi her sê girtiyên din re diaxive yan na. Ev rewşeke bi fikar e, teqez. Hûn jî bi qasî min dizanin ku Tirkiye dixwaze Ocalan ‘bixeniqîne’ û ji bo pêşî li têkiliyên wî bigire her tişt dike. Ji bo agahiyek neçe derve hevdîtina bi her sê girtiyên din re jî tê astengkirin. Ji bo pêşî li vê bigirin, girtiyên din jî tecrîd dikin. Bê guman ev yek nayê qebûlkirin. Bi ya min her kes di vê mijarê de hemfikir e.”

‘Tecrîd tenduristiyê xera dike’

Restellini, anî ziman ku tecrîda girankirî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran vedike û wiha axivî, “Ji ber ku hin girtî bi tenê dimînin û têkiliya wan bi temamî tê qutkirin, bi dîwaran re dipeyvin. Ez hin girtî dizanim, ji bo parastina eqilê xwe vê yekê neçar dikin. Ev merheleya hilweşîna psîkiyatrî ye. Di pêvajoyên piştî wê de ji xwe pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dertên holê. Tecrîda mutleq divê neyê pêkanîn. Qet nebe divê bi malbat û parêzeran re têkilî were danîn. Weke pîvan divê têkilî bi parêzeran re were mîsogerkirin. Lê belê eger bi hefteyan, bi mehan, bi salan li hucreyê bi tenê bê ragirtin û hevdîtin bi parêzeran re nebe, teqez rewşeke ku bê pejirandin nîne. Bi gotineke din, divê tecrîda mutleq bi tu awayî neyê pêkanîn.”

‘CPT dikare daxuyaniyê bide û rastiyê bibêjin’

Jean-Pîerre Restellini got, “Wekî me behs kir, tiştê divê nû bê kirin li ser helwesta Tirkiyeyê daxuyaniyekê bê bidin. Ez ê bi hempîşeyên xwe yên li CPT’yê re jî biaxivim. Divê der barê serdana dawiyê de daxuyaniyek bê dayîn. Ev helwesta Tirkiyeyê di encamê de binpêkirina xebatên CPT’yê ye. Dikarin daxuyaniyek wiha bidin û bibêjin ‘Em nikarin rapora dawî ya Îmraliyê ji raya giştî re ragihînin, ji ber ku ti bersiv ji hikûmeta Tirk nehatiye dayîn’.”

‘Divê CPT careke din biçe Îmraliyê’  

Restellini, di dawiyê de anî ziman ku CPT dikare ji bo rewşa Abdullah Ocalan careke din biçe serdana Îmraliyê û got, “CPT dikare serdaneke nû organîze bike. Ev jî dikare bibe çareseriyek nû. Eger ez bi xwe bûma, min tercîh dikir ku rewşê careke din bi çavên xwe bibînim. Girîng e daxwaza weşandina rapora dawî bê kirin. Lê belê ji xwe ev demeke derbas bûye û em rewşa heyî nizanin. Ji bo serdaneke nû çûyîna Îmraliyê wê baştir be.”

* Jean-Pierre Restellini kî ye?

Jean-Pierre Retellini doktor û Hiqûqnasê Swîsreyî ku zêdetirî 30 salan di Komîteya Ewropa ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê de wek pispor xebitî. Retellini ku demeke dirêj Serokê Daîreya Tibê ya Girtîgehên Cenevreyê kir, di navbera salên 2009-2015’an de jî di heman demê de bi xebatên xwe yên di nava CPT’yê de Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Swîsreyê jî kir.

Jean-Pierre Retellini ku di nava CPT’yê de bi sedan girtîgehên cîhanê ku di serî de Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de dîl tê girtin ziyaret kir, pirtûkek bi navê “Rojnivîskên Rêwîtiya Bijîşkekî ku li girtîgehên Ewropayê çavdêriya tenduristiyê dikir” jî heye.