11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Reng û dengên hinek giregirên vê serdemê

Raya giştî her wext li benda bûyerên matmayî û balkêş ên nû ne, jiber ku van siyasetmedarên giregir û hegemon, civak xistine nava gûmanên wisa giran, lewma dibe ku di her rojên pêş me de şer û pevçûnên nû derkevin.

Hema di despêkê de mirov dikare, bi hêsanî navên çend kesên ku kesayetiyên wan nêzî hev in û di rojeva raya giştî de gelek navên wan derketine pêş, wisa nîşan bide: Trûmp, Putin, Macron, Receb û hwd.

Ev kesan, xwedî kesayetiyên hevpar ên neyînî û her gav dikarin werin guheztin; rojekê bi reng û dengekî ne, dikarin hema di roja din bibin reng û dengekî cudatir ê  dijberî hev!

Ev kesayatiyên him di nav xwe de him di nav hevdû de nakok in, encamên xetimandina birêveberina sîstema dewleta ne, herwiha nîşana xetimandina siyaseta giştî ya vê serdemê ne jî. Lewma şerê 3yemîn ê cîhanî, hema ji nişka ve kete qonaxeke pir germ û xeter, weke mînak şerê Ukrayna-Rûsya, Îsraîl-Îran, Sûriye û hwd.

Raya giştî her wext li benda bûyerên matmayî û balkêş ên nû ne, jiber ku van siyasetmedarên giregir û hegemon, civak xistine nava gûmanên wisa giran. Lewma dibe ku di her rojên pêş me de şer û pevçûnên nû derkevin. Li vira, mijareke ku gelek mirovan nerihet û hêrs dike ev e; yên ku şer derdixin jî ew in, yên şer didin rawestandin jî ew in. Lê yek jî li xwe mikur nayê û nabêje, “erê wele min şer derxist û erê ez didim rawastandin!”.

Nexêr, her yek yê dinê gunehbar û tawanbar dike ji bo şer derxistinê, berovajî vêya ya herî sosret jî, piraniya wan xwe aştîxwaz û mirovperwer didin nîşandan, pak û bêguneh diyar dikin! Li aliyê din rêveberên Çînê, Hindistanê û hwd. heta niha pir kêm dengên wan hatiye bihîstin. Bi giranî siyasetek bêdengiyê didin meşandin, lê heke şerê cîhanî gurtir bibe, bêgûman kesek bêdeng namîne û jixwe nikare bêalî bimînin jî. Ji xwe tê zanîn her aliyan, li gorî berjewendiyên xwe hinek enî ava kirine û ji bo xurtkirina wan, her alî di nava xebatên berfireh de ne, mîna NATO, BRICS, ŞANGHAY û hwd.

Wekî gotineke pêşiyên me kurdan dibêje, “giriyê herkesî li miriyên wan tê”, yê me jî divê wisa be û ka em bala xwe bidin gotin û kirinên wan kesên navborî, gelo ji bo me kurdan, gelên Kurdistanê û herêmê jî çi gotine û çi kirine? Hema em ji Trump despê bikin, di dema desthilatiya xwe ya berê de, ji me re dosyayeke pak pêşkêş nekir û ji bo me mîrateyeke xerab li pey xwe hişt; Serêkaniyê û Girêspî pêşkêşî R.Erdogan kir.

Îca, ka gelo di vê serdema xwe ya 2yan de wê çi pêşkêş bike? Di gava yekê de nûnerê wî Tom Barrack, tu bêhna xêrê jê nefiriya, lê di rojên dawî de weke ku ji şaşiyên xwe yên hevalbendiya li gel R.Erdogan, hinek gav paş ve avêtiye tê xuya kirin! Gunehê Putin ne ji yê Trump kêmtir e, heta helwest û gava bêbextiyê ya bi kurdan re, wî berî Trump avêt û Efrîna narîn, radestî R.Erdogan û xwinxwarên Colanî kir!

Siyaset û helwesta Macron, her ji berê ve ne pir zelal bû, lê weke ku rewşa niha heyî, mîna valatiyekê dibîne û hez dike vê valatiyê ji bo xwe bike derfet û hinek gavên ji berê xurtir bavêje. Hema wisa diyar dibe ku barê pirsgrêka Sûriyeyê kişandiye Parîsê û weke ku ew dixwaze di çareseriyê de, vê carê rolek navendî bilîze, heke DYA rê lê negire û rolê ji destê wî nestîne!

Li gor tê xuyakirin, tevgereke berfireh li dora xwe vehewandiye; di demeke nêz de şandeya Rêveberiya Xweser, fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî, nûneriya Şamê û nûneriya DYAyê Tom Barrack û hwd. li Parisê kom dibin.

Şensê Macron a vê rola xwe bi erênî bileyîze, ji ya Trump, Putin û hwd. zêdetir e, ji ber ku dosyaya wî ya kevn ne bi qasî van payebilindên giregir reş e. Bêgûman ji helwestên van kes û kesayetiyên tevlihev û nakok pirtir û giringtir, helwest û hostatiya nûnerên Tevgera Azadiyê ye ya ku encama erênî biafirîne. Bi gotineke din, barê giran û bingehîn, weke hemû caran dîsa dikeve ser milê rêveberiya Tevgêra Azadiya Kurdistanê. Şansê serkeftina Tevgera Azadiyê pirtir e ji hemû aliyên din ên biyanî û ên bêhna siyaset û zihniyeta biyanî ya nerîyî ji wan tê.

Ji ber ku Tevgera Azadiyê, êdî têra xwe xapînok û derewên her hêzan û dewletan pir aşkere dibîne, li gor wan amadekariyên xwe kiriye; ji hemûyan bêhtir xwedî Rêberî, proje û pêşbiniyên xurt e. Lê dîsa jî divê hîn pirtir li rastî û zihniyeta xwe xwedî derkeve. Pişta xwe hîn pirtir bide hêza xwe û  gelê xwe ya cewherî û bêdudilî bide ser rêya rêberê xwe yê hevdemî Rêber APO û bêrawestan û bênavber bimeşe!

Helbet divê wergirtina destek û piştgriya dostên navneteweyî jî neyê jibîrkirin. Herwiha divê mirov, bi giştî bîne bîra hêz û siyasetmedarên biyanî, weke ku di dîroka dûr jî û di ya nêz de jî tê dîtin ku yên hevalbendî li gel Kurdistaniyan kirine, bi ser ketine, heman rastî ji bo îro jî derbasdar e. Êdî her kes û mêjiyê xwe!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê