3 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Remzî Kartal: Nêzikatiya li dijî Rêber Apo çi be nêzikatiya pêvajoyê jî ew e

Remzî Kartal ji bo pêşketina pêvajoyê ev nirxandin kir: “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo me pîvan e. Nêzikatiya dewletê ya li dijî Rêber Apo çi be nêzikatiya wan a pêvajoyê jî ew e. Ji bo pêkanîna vê jî pêwistî bi qanûneke nû tune. Pêwistî bi pêkanîna qanûnên heyî heye.”

PKKê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwefesihkir û merasîmeke sembolîk çek şewitand. Herî dawî jî wek temînata samîmiyetê daxuyanî da û da zanîn ku dê hêzên xwe yên leşkerî ji Bakur û Tirkiyeyê vekişînin. Herwiha piştî daxuyaniyê Sabrî Ok da zanîn ku ew ne li benda qanûnên efûyê li benda derxistina qanûnên nû ne.

Em der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tiştên ku divê di vê pêvajoyê de pêk bên bi hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re axivîn.

Remzî Kartal di destpêka axaftina xwe de ji bo pirsgirêka kurd ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke ku bi qanûnên efûyê bên çareserkirine û berpirsiyarê şerê ku hatiye meşandin jî ne Tevgera Azadiyê ye. Ya ku li ser kurdan polîtîkayên îmhakirinê meşandiye dewleta tirk e. Li dijî vê îmhayê jî Tevgera Azadiyê li ber xwe daye. Niha dewlet divê daxwazin kurdan ên wek azadî, demokrasi, xwerêxistinkirin, xwerêvebirin, xwetemsîlkirin û  perwerdeya bi zimanê dayikê bi qanûna bibersivîne. Ji bo hin tiştan jixwe pêwistî bi qanûnan jî nîn e. Mînak ji bo pêkanîna qanûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêwistî bi biryarên siyasî hene. Dîsa dewlet qanûn xwe jî bi xwe pêk nayne. Ji ber pêkneanîna van sedeman gelek kes di zindanên Tirkiyeyê de tên girtin. Divê dewlet pêşiya derxistina qanûnên nû qanûnên xwe yên heyî pêk bîne. Dûre dest bi çêkirina qanên nû bike. Bi vî awayê dê baweriyek di nav civakê de ava bike. ”

‘Divê ji bo gerîla qanûn bên amadekirin’

Remzî Kartal di axaftina xwe de bal  kişand ser girtiyên di girtîgehan de û wiha axivî: “Di girtîgehên dewletê de bi hezaran girtiyên siyasî hene.  Lê wek tê zanîn PKKê bi 12emîn kongreya xwe xwe fesih kir. Divê dewlet jî li gor vê gav bavêje û hemû girtiyên ku ji doza PKKê hatine girtin berde. Li aliye din heke dewlet bixwaze ku gerîla dev ji çekên xwe berde divê qanûnan ji bo hatina wan amade bike da ku gerîla bi awayeke çalak karibin tev li siyasetê bibin. Ji bo amadekirina van qanûnan jî divê komîsyona ku hatiye avakirin li gor tiştên ku guhdar kiriye qanûnên xwe amade bike û pêşkeşî meclise bike.”

Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo me pîvan e

Remzî Kartal di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di vê pêvajoyê de xala herî sereke rewşa Rêber Apo ye. Ji ber ku Tevgera Azadiyê û gelê kurd li gor banga Rêber Apo tevgeriyane. Niha ji bo ku pêvajo ber bi aştiyê ve biçe divê Rêber Apo karibe di rewşek azad de xebatên xwe bimeşîne. Ji bo vê jî divê dewlet qanûnên xwe bike meriyetê û mafê hêviyê pêk bîne. Nêzikatiya dewletê ya li hember Rêber Apo çi be nêzikatiya wan a pêvajoyê jî ew e. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo me pîvan e. Ji bo pêkanîna vê jî pêwistî bi qanûneke nû tune. Pêwistî bi pêkanîna qanûnên heyî heye.”

‘Hertişt di heman demê de pêk nayê’

Remzî Kartal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku hertiştên ku tên xwestin di heman demê de pêk neynê. Ev pêvajoyeke, dibe hin tişt niha pêk bên hin jê dûre. Lê mijara sereke ya ku dibê demildest pêk bê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Dema Rêber Apo bi awayeke azad karibe bi akademisyen û rojnamegeran re xebatên xwe bimeşîne dê pêvajo baştir pêşbike.”