25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Remzî Ezîzoglû: Bi zimanê tirkî şoreşa zimanê kurdî nabe

Hevserokê MED-DERê Dr. Remzî Ezîzoglû diyar kir ku ji ber zimanê kurdî pere neke, xwedîderketina li zimanê kurdî kêm e û wiha got: “Divê ziman pere bike ku gel jî hewil bide û lê xwedî derbikeve. Divê siyaseta kurdî xwedî li zimanê kurdî derbikeve. Lewre bi zimanê tirkî şoreşa kurdî nabe. Bila siyasetmedarên me di vî warî de baldar bin.”

Bi salan têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê tê dayîn, lê israrek neqebûlkirinê heye. Di salên borî de bi pêşenkiya saziya ziman a Kurdî-Derê xebatên ji bo ziman dihatin kirin, dibistan dihatin avakirin û perwerdeya ziman dihat dayîn li Amedê jî Dibastana Ferzad Kemanger hebû, bi sedan zarokên kurd lê perwerdehî didîtin. Lê hat girtin û şagirtên dibistanê belev bû, tene hejmareke kêm a şagirtan dikarî bû perwerdehiya xwe bidomanda. Niha jî wekî saziya zimanê kurdî li Amedê MED-DER ji bo zimanê kurdî pêş bikeve, bibe zimanê jiyan û perwerdehiyê xebatan pêş dixe. Em di pêvajoyeke girîng de, aştiya û civaka demokratîk tê nîqaşkirin. Lê hêj jî zimanê kurdî li meclisê tê astengirin. Li aliyekî behsa yekitî, wekhevî, xwişk û biratiyê tê kirin lê li aliye din jî polîtîkayên pişaftin û qirkirinê tê pêşxistin.

Li ser polîtîkayên dewletê yên li dijî gelê kurd û zimanê kurdî Hevserokê MED-DERê Dr. Remzî Ezîzoglû axivî û destnîşan kir ku dewleta tirk hebûna xwe li ser tunekirin û tunehesibandina nijadên din avakiriye, lewma jî tehamulî zimanê kurdî nake.  Ezîzoglû, diyar kir ku komara tirk li ser yek nijadî hebûna xwe ava kiriye û ev tişt anî ziman: “Loma perwerdeya xwe jî li gorî wî nijadî bi rê ve dibe. Kesên ku ji nijadên din jî wekî neteweya xwe nedît, qebûl nekir, nake jî. Kesên ku li dijî vê yekê derketin jî ji dîrokê heta niha yan hatin kuştin an jî hatin cezakirin. Her çiqas ev hişmendî bê vê pêvajoyê re hinekî nerm bûbe jî hêj neguheriye. Lewma jî di miclisê de zimanê kurdî qedexe dikin, wekî zimanekî ku nayê zanîn pênase dikin, ên bi kurdî diaxivin dengê wan dibirin. Herî dawî jî di komisyona li meclisê dengê dayikan birîn. Lewre ev pêvajo ne bi dilê wan e jî. Bi vîna birêz Abdullah Ocalan ve tê meşandin. Li gorî konjoktora Rojhilata Navîn dixwazin jê sûdê bigirin. Ji bo wê jî zimanê kurdî hêj qedexeye, destûrnadin perwerdeya bi kurdî.

Bi zimanê tirkî şoreşa kurdî nabe

Ezîzoglû bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Perwerdeya zimanê dayikê ku di hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovan de cih digire. Bi taybet di peymana mafên mirovan ê Ewropa de cih digire lê Tirkiye xwe ji ber van xalan kişandiye. Ev rewş divê bi çalakiyên xurt bên şikinandin. Divê gel li ser ziman raweste û perwerdeya bi zimanê xwe bixweze.  Di qada siyasî de jî divê fişarên zêde li ser dewletê bê kirin. Em jî wekî sazî dixwazin pêşî li pişaftina bi salan bigirin. Polîtîkayên wan bişkînin û vê pêvajoyê bi zimanê kurdî tacîdar bikin. Divê siyaseta kurdî jî xwedî li zimanê kurdî derbikeve. Lewre bi zimanê tirkî şoreşa kurdî nabe. Bila siyasetmedarên me di vî warî de baldar bin.”

Stertejiya ziman

Li ser stratejiya xwe ya pêşerojê jî Remzî Ezîzoglû wiha got: “Stratejiya me ya ziman dê bi komxebatên û konferansê ku me daye pêşiya xwe zelaltir bibe. Di destên me de ji xebatên me yên berê hin zanînên me hene. Hin tecrubeyên me yên ziman ên li Rojava, Mexmûr, Başûr û Ewropayê hene. Her wiha ji perwerdeyên gelên din ên cîhanê emê sûd bigirin. Di demeke nêz de emê stratejiyekê diyar bikin. Komxebata yekem dê di 7-8ê cotmehê de li Wanê pêk bê. Piştre li Amedê û li Stenbolê du konferansa emê li dar bixin. Divê em xwe ji nû ve saz bikin ku bernameyeke têr û tijî bidin berxwe ku zimanê xwe ji vê xeteriyê derbixinîn.”

‘Ziman pere nake’

Li ser xwedîderketina li zimanê kurdî Ezîzoglû diyar kir ku li gorî salên borî gelekî kêm bûye û wiha got: “Di xwedîderketina ziman de daxwaz heye lê hewildan kêm e. Ji ber ku ziman pera nake! Divê ziman pere bike ku gel jî hewil bide û lê xwedî derbikeve. Di vê pêvajoyê de em ê jî wekî sazî dakevin nava gel hem pêvajoyê hem jî ziman bikin rojev. Lewre divê şoreşa zimanê pêk bê, dem dema ziman e, em bi vê nêrînê lê dinêrin û xebatên xwe bidomînin.”