Koma Felsefeya Siyasetê ya Zanîngeha Bîlkentê xwest di 3yê kanûnê de gotûbêja “Li Tirkiyeyê Mafên Jinan” pêk bîne. Koma Felsefeya Siyasetê, xwest endama Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tuncel jî weke axêver beşdar bibe. Rektorê zanîngehê Kurşat Aydogan bi hinceta ku cezayê Sebahat Tuncel ê teqezbûyî heye, gotûbêj betal kir. Koma ku dê gotûbêj li dar bixista têkildarî mijarê daxuyanî da û biryara rektoriyê parve kir. Komê, destnîşan kir ku gotûbêj bi keyfî hatiye astengkirin û weke biryareke dij-demokratîk nirxand. Komê diyar kir ku biryara rektoriyê nîşaneya tirsê ye, ew ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin û gotûbêja xwe mîna plankirin dê di 1ê kanûnê de li dar bixin û banga tevlibûnê kirin.