Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî topbarana dawî ya hêzên hikumeta Şamê ya li ser rojhilatê Kantona Dêrazorê daxuyaniyek weşand. HSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir: “Hêzên rejîmê komkujiyeke din li gundên Cidêde Bagara û Dehle pêk anî. Di encama topbaranê de heta niha 11 sivîl şehîd bûn. Hêzên rejîmê piştî nîviya şeve saet di 02.30`an de, ji baregehên xwe yên li gundê El Bû Lêl ê li rojavayê çemê Firatê bi moşekan her du gund topbaran kirin. Di encama êrişên ku welatî kirin hedef de şehîd û birîndar çêbûn.
Navên şehîdan wiha ne:
Rehef Îsmaîl El Ebûd (12)
Nadiye Xidir El Mihemed (18)
Hind Ferhan El Ebûd (30)
Aya Îsmaîl El Ebûd (8)
Nadîn Silîc El Ibêd (22)
Yas Yasîn El Zeer (37)
Mariya Yasîn El Zeer (12)
Selwa Yasir El Zeer (5)
Rexed Mihemed El Zixîr (22)
Şam Beşar El Zixîr (8 mehî)
Îlaf Beşar El Zixîr (yek sal û nîv)
Navên birîndaran jî wiha ne:
Elî Hesen El Damin (12)
Melek Ebûd El Hisên (25)
Sûriye El Ebûd (50)
Fehid Îsmaîl El Ebûd (15)
Melek Îsmaîl El Ebûd (6)