Berdevkê dezgeha dadwerî ya Îranê Mesûd Staiçî, îro ragihand ku zêdetir ji hezar dozan li dijî xwepêşandêran bi tewana derxistina aloziyan hatine vekirin.
Îranê ji roja 16 îlonê de dema ku polî,sên wê jina ciwan a bi navê Jîna Emînî kuşt û heta roja îro bi nerazîbûnên mezin re rû bi rû maye û ev nerazîbûn veguherîne serhildanê.
Piştî destwerdana hêzên ewlekairyê ya bi riya polîsên bi motosiklêt vê carê jî polîsên siwarê hespan destwerdana xwepêşandêran kir. Li gorî dîmenên ku ji Tehranê li ser malperên dijîtal hatin belavkirin ev cara pêşî ye ku hêzên ewlekariyê bi vê rêbazê destwerdana xwepêşandêran dike.
Li gorî agahiyên rêxistina Hengau ya Mafên Mirov ragihandiye, ji dema destpêkirina xwepêşandanan zêdetir ji 60 welatiyên Kurd hatine kuştin û wê rêxistinê piştrast kir ku nêzîkî 5 hezar kesên din jî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.
Her wiha li gorî ajansa nûçeyan a nîv fermî Tasnim, nêzîkî hefteyekê berî niha li ser zimanê serokê dezgeha dadwerî ya Tehranê ragihandibû, ku nêzîkî hezar kes bi tewana derxistina aloziyan û tevlêbûna serhildanê hatine tawanbar kirin.
Li gorî heman çavkaniyê ew kesên ku hatine tewanbarkirin dê di vê heftiyê de bi aşkereyî bên dadgehîkirin.
Di demekê de ku desthilatdarî hewlên xwe yên ji bo şikandina xwepêşandanan dike, piştî şeş heftiyan ji mirina jina ciwan Jîna Emînî roj bi roj her ku diçe serhildana gelê Îranê berfirehtir dibe.
Îro rayedarê hêzên Şoreşê bi awayekî aşkera bang li xwepêşandêran kir ku xwe ji kolanan dûr bixin û ev xwepêşandan wekî planên welatên dijminên Îranê bi nav kirin.
Fermandarê ‘Parêzvanên Şoreşê’ li Tehranê, Hesen Hesenzade, got ku hêzên polîs 14 kes bi îdîaya kuştina endamekî payebilind ê hêzên Besîc li rojavayê bajarê Tehranê girtine.
Hêjayî gotinê ye ku hemû pêkhateyên civakê beşdarî vê serhildanê bûne bi taybetî xwendekar û jinan roleke sereke lîstin û jinan di van çalakiyan de çarşefên xwe şewitandin.