Duh li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan û Buran Nazimî hatin binçavkirin.
Weqfa Nêrgiz Mihemedî binçavkirina Nêrgiz Mihemedî piştrast kir, lê derbarê cih û rewşa tenduristiya wê de ti agahî neda.
Li gorî agahiyan, ji bilî her sê çalakvanên ku behsa wan tê kirin, Esedullah Fehîmî, Hastî Amîrî, Aliyah Metabelzade û Marziyeh Adînezade, xwişka Ebû’l-Fazil Adînezade ku di serhildana “jin, jiyan, azadî” de hatibû kuştin û bavê wan Elî Adînezade jî hatine binçavkirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku berî ku hêzên ewlehiyê yên Îranê bigihîjin cihê merasîmê, hin kesên nenas hewl dan ku rê li ber axaftina Nêrgiz Mihemedî û Sepîdeh Qoliyan bigirin, lê ev hewldan bi ser neket.
