Leşkerên Rejîma Îranê bi ser mala Mamê Jîna Emînî, Safa Alî de girtin û ew binçav kirin û girtin. Lê agahî ji Safa Alî nayê girtin ku li ku ye.
Polîsên rejîma Îranê di 16’ê Îlona sala par de jina ciwan a kurd Jîna Emînî qetil kiribûn. Hêzên rejîma Îranê îro di saetên serê sibehê de bi ser mala mamê Emînî, Safa Alî de girtin. Hat zanîn ku Alî hatiye girtin. Têkildarî mijarê heta niha tu agahî bi malbatê re nehatine parvekirin. Nehat zanîn ku Alî bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin û li ku tê ragirtin.