Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 22’ê Tebaxê de rejîma Îranê welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Xalid Cîhangîr yê li girtîgeha Tewrêz bi darve kir. Tevna Mafên Mirovan da zanîn ku Mihemed Xalid Cîhangîr xelkê gundê Balo yê ser bi bajarê Urmiyeyê bû û xwediyê 2 zarokan bû.
Li gorî bîlançoya Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê di meha borî de rejîma Îranê 12 girtiyên Kurd bi tometên cuda bidarvekiriye.