Li gor agahiyên ku li ser medyaya Îranê hatine belavkirin, girtiya siyasî Sara Dêldar a ku bi awayek birîndar di girtîgehê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Medyaya Îranê ragihand ku girtiya siyasî Sara Dêldar ku di dema xwepêşandanên şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ de bi guleyê birîndar bibû û di girtîgehê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin, bi nedermankirinê ew kuşt.
Sara Dêldar wek çalakvanekê tevlî xwepêşandanên şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ bibû, piştre ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di dema lêpirsînê de jî tûndutijiya fîzîkî û derûnî li beramberî wê hatibû kirin.