9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê du birayan kuşt

Zarokê kurd Resûl Kidîweriyan ê 17 salî li gel birayê xwe yê mezin ê bi navê Riza Kidîweriyan di meşa xwepêşandana bajarê Kirmaşanê de bi guleyên rasterast ên hêzên leşkerî yê Îranê hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku ji ser medya dijîtal û ji heremê hatine bidestxistin; roja 3yê çile Riza Kidîweriyan ê 20 salî ku ji bajarokê Dîpînê yê ser bi Kirmaşanê ve ye bi guleya hêzên rejîma Îranê dema di nava xwepêşandêran de dimeşiya gule lê reşandin û bi giranî birîndar bû. Piştî xwepêşandêrê kurd Riza Kidîweriyan birîndar bû ew rakirin nexweşxaneya Taliqaniyê. Riza Kidiweriyan roja 4ê çileya 2026ê li nexweşxaneya Taliqaniyê jiyana xwe ji dest da.

Di 3yê çileyê de birayê Riza, Resûl Kidîweriyanê ku temenê wî 17 salî bû jî di xwepêşandanê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû gulebarandin û li heman cihê xwepêşandanê hatibû kuştin.

Li gorî çavkaniyên ku agahî dan; herdu bira di dema çalakiya li devera Ertêş a li taxa Ceiferava ya Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi guleyan hedef hatin girtin. Piştî gulebarana hêzên rejîma Îranê birayê biçûk Resûl Kidîweriyan zarokê 17 salî di cih de hat kuştin. Birayê mezin Riza Kidîweriyan jî bi giranî birîndar dibe û ew radikin nexweşxaneyê. Riza Kidîweriyan jî rojek paşê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.