12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma  Îranê dîsa kolberek kuşt

Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê her roj kalberan birîndar dike û qetil dike. Herî dawî dîsa li sînorê Newsudê êrîşî koma kolberan kir û kolberek kuştin. Di 7 mehên dawî de nezî 40 kolber hatin kuştin.

Li sînorê Kirmşanê hêzên Îranê îro (27 tîrmeh) êrişê kolberan kir, di encama êrişê de kolberekî kurd kuştin. Hêzên Îranê li sînorê Newsud ya dikeve parêzgeha Kirmaşanê, êrişî komek kolber kirine. Di êrişê de kolberek xelkê gundê Niwên ya ser bi bajarê Kirmaşanê ku navê wî nehate zanîn, jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên rejîma Îranê di 16’ê tîrmehê de jî li sînorê bajarê Serdeşt hejmareke kolberan dan ber guleyan û kolberek qetil kirin û du kolber jî birîndar kirin.

Hêzên Îranê di 9’ê tîrmehê de jî êrîşî kolberağn kir û kolberek kuştin û 8 kolber jî birîndar kirin.

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê di 8’ê Tîrmehê de jî kolberek xelkê Selasî Bawecan ya li sînorê Newsud qetil kirin. Di êrîşê de 4 kolber jî birîndar kirin.

Di 6 mehên ewil ên 2024’an de 34 kolber kuştin

Li gorî Kolbernewsê di nav 6 mehên îsal de herî kêm 270 kolber hatine kuştin û birîndar bûne.

Kolbernewsê hejmara kolberên li sînorên Rojhilatê Kurdistanê di nava 6 mehên îsal de hatine kuştin û birîndar bûne belav kir. Li gorî nûçeyê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, bi giştî 270 kolber li herêmên ser sînor û rêyên di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, di encama êrişên hêzên Îranê de, aşût, serma, mayîn û ketina çiya de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Hate gotin ku ji 270 kolberan, 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne.  Li gorî nûçeyê ev hejmar li gorî sala borî zêde bûye. Li gorî nûçeyê 20 kolberên hatine kuştin û birîndar bûne, zarokin.