Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, têkildarî qurbaniyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de nêzîkî 142 kes hatine kuştin ku 136 kes zilam bûn û 6 kesên din jî jin bûn, 12 kes dibin temenê 18 salî de bûn, 117 kes di navbera 19-50 salî de bûn û 9 kes jî li ser temenê 51 salî re bûn.
Di dewama daxuyaniyê de qala şêwazê kuştina welatiyên Kurd di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate kirin û wiha hate ragihandin: “Ev kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bi çekên şer, êşkenceyê, lêdana bi jopan, çekên giran yên doşka, darvekirin, suîqast, gazên rondikrêj û êrişên kîmyawî yên li ser dibistanan, hatine qetilkirin. Ji van kesan 22 welatî li bajarê Sine, 17 kes li Bokan, 15 welatî li Mihabadê, 9 kes li Kirmanşanê bûn. Her wiha 2 welatiyên Kurd li Qûçan û herî kêm jî 18 welatiyên din jî li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin.”