12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê di 9 mehan de 427 kes bidarve kirin

Rejîma Îranê welatiyê kurd ê ji Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê li girtîgeha navendî ya bajêr bidarve kir. Di 9 mehan de hejmara kesên ku Îranê ew bidarve kirine gihişt 427’an.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ragihand, rejîma Îranê hefteya borî welatiyê kurd Mistefa Feşî yê ji Kirmaşan e û 18 meh bûn di girtîgehê de bû, bidarve kiriye.

Li gor daneyên ku Rêxistina Mafên Mirov a Îranê belav kirine, ji destpêka salê ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê 427 kes hatine bidarvekirin, ji vana 25 jin in.

Rejîma Îranê sala par (2023) 834 kes bidarve kirin, Di nava 14 salên borî de jî Rejîma Îranê herî zêde di sala 2015’an de mirov bidarve kirin ku hejmara wan 972 kes bûn. Piraniya kesên tên darvekirin, bi tometa madeyên hişber û karên siyasî têne darvekirin.