12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê di 2024’an de 350 mirov bidarve kirin

Rejîma Îranê di navbera 13 û 15’ê Tebaxê de li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên din bidarve kirin. Rejîma Îranê ji destpêka 2024’an heta niha 350 kes bidarve kirin.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyarkir ku di navbera rojên 13 û 15’ê Tebaxê de rejîma Îranê 4 girtiyên din ku bi tometên cûda hatibûn girtin, li girtîgehên Kerec, Sine û Sebzeward bi darvekiriye. Hat gotin ku 3 ji wan Kurdin. Li gor agahiyên ku Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belavkirine, yek ji wan girtiyan bi navê Peyman Elaweysî (37) xelkê Sine ye û pênc salbûn girtîbû û li girtîgeha Sine hate darvekirin. Girtiyek din yê bi navê Nasir Şefiî ku xelkê bajarê Tîkabe û ev pênc sal bûn girtîbû û li girtîgeha Kerec hat bidarvekirin.

Girtiyek din jî bi navê Seîd Niyazî yê xelkê Loristanê çar sal bûn li heman girtîgeha Kerecê dihat girtin û li heman girtîgehê hate bidarvekirin.

Li gor heman agahiyan girtiyê din jî bi navê Reza Zerdkuhî xelkê gundê Zerdkuhî ya ser bi bajarê Sebzewar a Xoresanê ye û çed salek beriya niha hatibû girtin û li girtîgeha Sebzewar hat bidarvekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji serê salê ve bi dehan kes li girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin. Bi sedan kes jî cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Piraniya wan bi tometên siyasî û senaryoyên ku rejîmê amadekirine tên cezakirin.

Îranê di 2024’an de 350 kes darve kirin

Li gorî daneyê ofîsa Komîserİya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ji serê salê ve li Îranê zêdetirî 350 kes ku 15 ji wan jinin, darve kirin. Ofîsa Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî di 10’ê tebaxê de ragihand ku tenê di meha Tîrmehê de, li Îranê 38 kes hatine darvekirin û bi vê hejmarê re, ji serê sala 2024’an ve li Îranê hejmara kesên hatine darvekirin, bû 345.

Piştî 10’ê tebaxê dîsa 5 kesên din hatin darvekirin û bi vê yekê ji serê salê heta niha 350 mirov hatin bidarvekirin.