12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê di 2 salên dawî de nêzî 300 derhêner darizandine

Berdevkê Mala Sînema ya li Îranê diyar kir ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzî 300 derhêner hatine darizandin û mafê wan yê karkirinê hatiye betalkirin

Berdevkê Mala Sînema ya li Îranê Resul Sedir Emîl der barê wergirtina mafê karkirinê ya derhêneran daxuyaniyek çapemeniyê da.

Resul got ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzî 300 derhênerên sînemayê hatin darizandin û mafê wan ê karkirinê hat betalkirin.

Resul got ku sedema wergirtina mafê karkirinê bi rewşa siyasî, civakî û ewlekariyê ve girêdayî ye û ev jî bûye sedem ku filman çênekin û heya niha jî çarenûsa karkirina wan nediyare.

Resul got ku wê îsal Festîvala Filman ya Îranê pêk neyê, ji ber ku ne bi edalete û di van şert û mercane de festîval pêk nayê.

Hêjayî gotinê ye piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ya di 16’ê Îlona 2022’yan de, gelek hunermend, çalakvan, derhêner ji ber ku piştgirî dabûn şoreşê, hatibûn darizandin û girtin.