Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 81an de, derbarê darvekirinan de daxuyaniyek belav kir. Li gorî kampanyayê, ji serê vê meha Tebaxê ve, li rojhilatê Kurdistan û Îranê 110 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin. Her wiha hate gotin ku girtiyê siyasî yê Belucî ê bi navê Amir Perkî, li girtîgeha Zahîdan ji bo hucreya yek kesî hatiye veguhestin û metirsiya darvekirinê li ser wî heye.
Li gorî heman daxuyaniyê, 5 girtiyên siyasî yên bi navê Wehîd Binî Eamiryan, Puya Qubadî, Babik Elî Pur, Ekber Danişurkar û Mihemed Teqewî ji bo girtîgeha Qezilhesarî ya Kerecê hatine veguhestine ku cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn.
Kampanyayê ragihand ku du welatiyên girtî yên bi navê Babik Şehbazyan û Umêd Tebarî Muqedem veguhestine girtîgeha Qezilhesarî ya Kerecê û divrê de hatine îşkencekirin. Kampanyayê bang li xizmên girtiyên siyasî kir ku cezayê darvekirinê yê li zarokên wan tê birîn veneşêrin û bi aşkereyî belav bikin. Kampanyayê bang li xizmên girtiyên siyasî, welatiyên kurd û Îranê yên navxwe û derveyî welat kir ku li dijî darvekirinan xwedî helwest bin û rabin ser xwe.