12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê dayîka Nîka Şakremî binçav kir

Rejîma Îranê dayîka yek ji şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Nesrîn Şakremî li Tehranê binçav kir. Sedem û tometa binçavkirinê nayê zanîn.

Xwişka Nîka Şakremî ya di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî qetilkirin, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal a Instagramê parvekirinek kir û diyar kir ku hêzên rejîma Îranê duh dayîka wê Nesrîn Şakremî li Tehranê binçav kirin û heta niha sedema binçavkirin û tometa Nesrîn Şakremî nizanin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dayîka Nika, Nesrîn Şakremî, beriya du hefteyan di peyamek vîdeoyê ku ji Radyoya Ferda re şandibû, ragihandibû ku li gorî belgeyên bijîjkî, keça wê ji ber hinek derbên li serê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Di Nîsana îsal de jî, BBC World ragihandibû, ku belgeyeke nepenî ji Îranê bi dest xistiye, ku tê de tê gotin Nika Şakremî piştî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin, piştre hatiye qetilkirin.

Di Îlona 2022’an de, Nika Şakremî ya 17 salî ku yek ji xwepêşanderên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû, li kolana Keşawerz a Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat revandin û piştî 8 rojan cenazeyê wê radestî malbata wê kirin. Piştre malbata wê neçar ma ku cenazeyê Nîka Şakremî li gundek dûrî Xuremabad yê Loristanê veşêrin.