12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê ciwanê bi navê Mohsen Şekarî bi dar vekir

Ji bo şermezarkirina bidarvekirina Mohsen Şekarî li bajarên Sine û Najafabadê gel dakete kolanan

Ciwanê 23 salî Mohsen Şekarî, bi îdiaya ku di çalakiyên 25’ê îlonê yên li Herêma Setar Xan a li paytexta Îranê Tehranê de milîsekê Basîçê ji milê wî ve kêr kiriye, hatibû binçavkirin. Rejîma Îranê, îro di saetên serê sibehê de Şekarî bi dar vekir.

Bi dehan kesên di çalakiyan de hatine binçavkirin, li gorî qanûnên îslamî yên rejîma Îranê bi talûkeye bidarvekirinê re rû bi rû ne. Li gorî daneyên komeleyên mafên mirovan ên Îranê ku hatine piştrastkirin, di çalakiyên heta niha de 500 kes hatine qetilkirin û herî kêm 18 hezar kes jî hatine girtin. Her wiha hezar û 500 kes jî bi tawanbariyên ku dikevin ber cezayê darvekirinê tên darizandin.

Ajansa nûçeyan a Tasnîmê ku girêdayî Mihafizên Şoreşê ye, da zanîn ku Mohsen Şekarî îro di saetên serê sibehê de hatiye bidarvekirin û tu agahiyên din nedan. Tawanbariyên li Şekarî hatie kirin, ji hêla saziyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.

Banga serhildanê

Rejîma Îranê ji destpêka xwepêşandanan de dixwaze çavê gel bi cezayê darvekirinê bitirsîne û niha vê yekê dixe pratîkê da ku serhildana gel rawestîne.  Çalakvanên ku biryara bidarvekirinê bihîstin jî diyar kirin ku dê berteka li dijî vê biryara bidarvekirinê diyar bikin û bang li gel kirin ku dakevin kolanan. Bang li gel tê kirin ku di nava rojê de li tevahiya bajaran dakevin kolanan.