Rejîma Îranê li dijî girtiyên siyasî, welatî, aktîvîst û jinan zext û tundiyê didomîne. Li gorî nûçeya medyaya Rojhilat; Rejîna Îranê li mamoste û aktîvîst Anîşa Eshedullahî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re birîn. Eshedullahî, piştî ku cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî protesto kir, rejîmê bi hinceta îdam şermezar kiriye cezayê qedexeyê li Eshedullahî birî. Rejîma Îranê berê jî ji ber protestokirina darvekirina Reza Resaî, mehek cezayê qedexeya axaftina bi telefonê li Eshedullahî birîbû.
Eshedullahî, di nîsana 2023’yan di serdegirtina mala aktîvîstê sendîkaya mamosteyan Muhammed Habîbî de hate binçavkirin. Dadgehê biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Evînê. Di 8’ê gulana heman salê de bi kefaletê hate berdan. Lê belê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê derheqê Eshedullahî de bi îdiaya “Civîn û komplo” 5 sal cezayê hefsê û bi îdiaya “Propagandaya li dijî dewletê” jî 8 meh cezayê hefsê da.