Li gorî Malpera Dengê Girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Dadgeha Şoreşê ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê cezayê girîgehê li kurdê bi navê Binyamîn Rehîm Pûr ê 35 salî birî.
Hate diyarkirin ku Binyamîn Rehîm Pûr ê ji Sine ye bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê û piştevanîkirina komên muxalîf’ hate cezakirin.
Hêjayî gotinêye ku Binyamîn Rehîm Pûr bavê 2 zarokane. Binyamîn di 22yê Çileya îsal de ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî fermana dadwer li cihê karê xwe hatibû binçavkirin. Piştî 10 rojan di hucreya yek kesî de ma, bi berdêl û demkî hatibû berdan.