Rejîma Îranê di 23yê Cotmeha 2022yan de 15 jinên Behayî li bajarê Esfehan, bi hinceta ‘teşwîqkirina baweriya Behayî’ binçav kiribû. Rejîma Îranê ya ku kesên Behayî wek sîxûr yan jî dijmin binav dike 5 sal cezayê girtîgehê li ew 15 jinan birî. Her wiha li jinan dayîna 50 milyon tumen û 2 sal qedexeya derketina dervayê welat hatiye birîn.
Navê 13 jinên ceza li wan hatine birîn wiha ye: Mujgan Purşefîe, Nesrîn Xadmî, Ezîta Rezwanî Xiwae, Şule Aşurî, Buşra Mutehar, Sara Şekîb, Roya Azadxoş, Nuşîn Heymet, Şuringîz Behamîn, Sanaz Reste, Meryem Xursendî, Ferxunde Rezwan Peî û Fîruze Restî Nejad.