Li Îranê serhildan di roja 16an de berdewam dike. Ligel hemû êriş û zordariyên rejîmê jî şevê din li dehan bajar û bajarokan gel dakete kolanan û heta derengiya şevê bi sloganan daxwazên xwe anîn ziman. Rejîm hindî diçe kontrola li ser civake winda dike û hewl dide bi zordarî û gefan kontrolê ava bike. Hat zanîn ku rejîmê heta niha li derdora 4 hesar kesî desteser kiriye û hewl dide bi lez înfazan pêk bîne. Li gorî pisporên ewlehiyê rejîm bi vî awayî dixwaze çavên civakê bitirsîne û şoreşê bifetisîne.
Rêxistinên mafên mirovan jî bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li hemberî zordariyên Îranê bêdeng nemîne. Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku ciwanê bi navê Erfan Soltanî ku di 9ê çileyê de hat girtin dê bê îdamkirin. Hat ragihandin ku rejîmê gazî malbatê kiriye ku cara dawî ji bo 10 deqeyan zarokê xwe bibîne. Malbat û parêzerên malbatê jî anî ziman ku ger dengeke xurt dernekeve rejîm dê Soltanî 14ê çileyê de înfaz bike.
Weşanên nêzîk rejîmê jî nûçeyên wekî, “dê hezar kesên hatin desteserkirin bên darvekirin” diweşîne.
