Li Îranê, welatiyê bi navê Haîder Qurbanî di 16’ê cotmeha 2016’an de bi angaşta “muxalefeta li dijî dewletê” hatibû girtin û di 19’ê kanûna 2021’an de jî hatibû darvekirin. Hat ragihanndin ku birayê Qurbanî Dana Qurbanî ji hêla Rêxistina Îstîxbarata Îranê Kamerûnê ve hatiye revandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), malbata Qurbanî, daye zanîn ku hêzên rejîma Îranê bi 3 wesayîtan ser dikana Dana Qurbanî de girtine û ew revandine. Her wiha malbatê, daye zanîn ku bav Qurbanî çûye serdana Kamerûnê lê têkildarî kurê xwe tu agahî wernegirtiye.