Li Îranê duh jî serhildana gelan di roja 12emîn de berdewam kir. Şeva 9ê Çile de beşdariya gel derket asta herî jor û li gorî agahiyên ji rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên herêmî hatin girtin çalakî li 111 bajaran belav bûn. Her wiha duh tevahiya rojê jî li seranserî Îranê esnafan dikan girtin.
Rejîma Îranê ku bi şidet, binçavkirin û darvekirinan nikare pêşiya serhildana gelan bigire, hewil dide belavbûna agahiyan asteng bike. Hate zanîn ku rejîmê bi armanca astengkirina derketina agahiyan û dîmenên serhildanê li tevahiya welat torên înternetê qut kirin.
Ji destpêka serhildanê heta niha çapemeniya rejîmê behsa serhildanê nake û pêşketinan parve nake. Ligel ku serhildan hatiye asta têkbirina rejîmê jî çapemenî li şûna dayîna rastiyan serî li manîpûlasyonê dide. Serhildan heta niha tenê bi nûçeyên ku gel û çalakgeran wekî sîxûrên Îsraîl û DYAyê nîşan dide, weşandin.
Li ser astengkirina torên çapemeniyê rêxistinên civakî û mafên mirovan banga hîstiyariyê kirin û xwestin ku li hemberî girtina torên înternetê herkes dengê gelên Îranê û serhildana gelan zêdetir bibîne.
