Hêzên îstîxbaratê yên Îranê duh bi ser mala çalakvana kurd a bi navê Zîlan Kemanger a li bajarê Kamyaran ê rojhilatê Kurdistanê de girtin û binçav kirin. Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku tu biryareke dadgehê ji bo girtina Zîlan Kemanger nehatiye dayîn.
Her wiha rêxistinê aşkera kir ku di dema serdegirtina mala Zîlan Kemanger de, hêzên ewlehiyê li mala wan û li ser wan lêgerîn kirine û dest danîne ser telefona hevjînê wê. Hate zanîn piştî ku Zîlan Kemanger hate binçavkirin, ew birin navenda Îtlaetê ya li bajarê Sine û heta niha agahî jê nayê girtin.
