Parêzerê aktora kurd Şohra Qemer, Elî Şerîf Zade Erkanî ragihand ku li ser Şohra Qemer cezayê girtîgehê hatiye sepandin.
Elî Şerîf Zade Erkanî da zanîn ku di 13ê nîsanê de, Şohra Qemerî ya ji bajarê Sîne û niştecihê bajarê Tehranê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê bi ser de hat sepandin.
Hate diyarkirin ku aktora kurd bi tometa piştgirîkirina Îsraîlê, belavkirina mijarên derewîn ji bo piştgirîkirina Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û têkdana ewlehiya giştî hatiye cezakirin. Parêzer Elî Şerîf destnîşan kir ku wan biryarê îtîrazkirine.
Hêjayî gotinêye ku di 5ê tebaxa 2023yan de Şohre Qemer ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadger hate binçavkirin û piştî 42 rojan di Girtîgeha Evîn de ma, bi berdêl û bi awayekî demkî hat berdan. Beriya wê jî ji ber piştgirîkirina Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi 15 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.