12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê 4 girtiyên din qetil kirin

Rejima dewleta Îranê li girtîgeha Qizilxîsarê 4 girtiyen din bi darve kir. Di welatên cîhanê de herî zêde Îran bi darvekirinê tê rojevê.

Li gorî nûçeya Rojnewsa ji medyaya Rojhilatê Kurdistanê girtiye îro rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxisar 4 girtiyan bi darve kir.  Yek ji wan Kurdek bi navê Nasir Şefiiye, yên din jî bi navê Seîd Niyazî, Behrûz Wefaî û yek jî ku navê wê nehat zanîn Efganiye.

Hate diyarkirin ku girtiyên hatine darvekirin ê bi navê Seîd Niyazî ji Birûcêrd a parêzgeha Loristanê, Bêhrûz Wefaî yê ji Tehranê û girtiyek ku navê wî nehat zanîn ji Efganistanê bûn.

Hate destnîşankirin ku girtiyê kurd ê bi navê Nasir Şefiiye (37) xelkê gundê Bebî Kend yê bajarê Tîkabê ye û niştecihê Tehranê bûye jî bi hatiye bi darvekirin.

Di destpêka salê ve bi dehan kes li girtîgehên rejîma Îranê hatine bidarvekirin û bi sedan girtiyên din jî bi cezayên darvekirinê hatine mehkûmkirin ku piraniya wan bi tometên siyasî û senaryoyên çêkirî têne sucdarkirin.