12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê 3 rojnamegerên jin binçavkirin

Rejîma Îranê ya ku di her warî de dijminahiya jinê dike û bi hinceta cil û bergên ne li gorî qanûnê her roj zextan li jinan dike vê carê jî 3 jinên rojnameger girtin bin çavan û heta niha aqûbeta wan jinan nayê zanîn

Di nava du rojan de li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. Rojnameger Shagaig Moradî li Tehranê hate binçavkirin û girtin. Lê nayê zanîn bê ka rojnameger Nasim Tawafzadeh û Helaleh Natigeh li ku tên girtin.

Rojnameger Shagaig Moradî duh di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Di dema serdegirtinê de gelek tiştên Moradî hatin desteserkirin. Moradî hate girtin û şandin girtîgehê.

Hêzên rejîma Îranê di heman demê de Midûra Berpirsyar a malpera nûçeyan a Marurê aktîvîst Nasim Tawafzadeh û nûçegihana hawirdorê ya malpera nûçeyan a Meravê Helaleh Natigeh jî di encama serdegirtinên malan de binçav kirin. Nayê zanîn bê ka Tawafzadeh û Natîgeh li ku tên girtin.