9 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê 15 sal ceza da Furug Husrevî

Rejîma Îranê li mamosteya dibistana seretayî Furug Husrevî ku li bajarê Behbahan a Îranê dijî bi hinceta ku li dijî rejîmê propaganda kiriye û heqerat kiriye 15 sal cezayê girtîgehê birî.

Mamosteya dibistana seretayî Furug Husrevî ku li bajarê Behbahana girêdayî eyaleta Xizûstan a Îranê dijî bi hinceta ‘propagandaya li dijî rejîmê’, ‘heqareta li dijî Alî Hamaney’, ‘heqareta li dijî Humeynî’, ‘heqareta dijî olê’ û ‘li gel saziyên medyayê yên girêdayî Îsaraîlê têkilî danîn’, bi 15 sal cezayê girtîgehê re rû bi rû ma.

Biryara der barê Furug Husrevî de hat dayîn, ji aliyê 1emîn Şaxa Dadgeha Şoreşa Behbahan ve hat aşkerekirin. Li gorî madeya 134an a Zagona Cezaya Îslama Îranê, cezayê herî giran ku 5 sal cezayê girtîgehê ye, dê were pêkanîn.

Rûniştina doza ku Furug Husrevî jê dihat darizandin, di 2yê mijdarê de pêk hat, biryar di 3yê mijdarê de ji mamoste re hat ragihandin.

Furug Husrevî di sibeha 30ê hezîrana 2024an de bi du jinan re, ji aliyê 6 sîxurên Îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve bêyî agahiyekê bidin, di serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin. Di lêgerîna malê de dest danîn ser tiştên şexsî û telefonên wan.

Mamoste piştre di 29ê tebaxê de cardin hatibû binçavkirin û di 8ê tebaxê de bi kefaleta 2 milyar tumen ji girtîgeha Sepîdar a li Abhazê hatibû berdan.

Şaxa 2yemîn a Daîreya Lêpirsîna Dozgeriya Şoreşê û Giştî ya Behbahan, di 21ê îlona 2024an de der barê Furug Husrevî de gilî kiribû.

Hat diyarkirin ku Furug Husrevî, piştî protestoyên di sala 2009an de, ji zanîngeha Bender İmam Payam-e Nur hatibû avêtin.