12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran her roj mirovan darve dike

Rejîma Îranê bi darvekirina mirovan di rojeva cîhanê de ye. Her roj agahiyên darvekirina mirovan tê parvekirin. Piranî mirovên têne darvekirin kurd in. Di 8 mehên ewil de 359 mirov darve kirin. Lê saziyên mafên mirovan bêdeng in.

Li gorî dane û raporên mafên mirovan di 2023’an de Rejîma Îranê 853 kes darve kirin. Di 8 mehên ewil ên 2024’an de jî 359 mirov darve kirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, bi raporekê ragihand ku di meha Tebaxê de li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin bidarvekirin. Di 29’ê tebaxê de 5 kes darve kirin. Di 2023’an de 853 kes bidarvekiribûn.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafan ên di navbera 1-31’ê Tebaxê de li Rojhilatê Kurdistanê rû dane, raporek amade kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku Reza Rasaeî yê 35 salî yê piştî serhildana “Jin, jiyan, azadî” hatibû girtin jî di nav de rejîma Îranê di meha Tebaxê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 14 kes bi dar ve kir.

Di berdewamê de hat destnîşankirin ku jina bi navê Mobîna Zeynîvand a 18 salî di 26’ê Tebaxê de li Eyaleta Îlamê ji hêla bavê xwe ve; jina bi navê Zeynîvand jî dema dixwest bi kesê jê hez dikir re bizewice hatiye qetilkirin.

Di heman demê de hat gotin ku herî kêm 2 kolber hatine qetilkirin û 9 jî birîndar bûne. Di raporê de hat gotin ku oldar jî di nav de herî kêm 17 kes hatine girtin û dadgehê Îranê herî kêm li 5 kesan ji 6 meh, 8 sal û 10 meh cezayê hefsê biriye.

Di 2024’an de 359 kes bidarvekirin

Rejîma Îranê her hefte mirovan derve dike. Li gori nûçeyên di ajansan de hatin parvekirin, di meha  tebaxê de 14 kes hatin darvekirin. Di 8 mehên dawî yên 2024’an de jî 359 mirov hatin darvekirin.

Di 20 rojên dawî de:

Di 29’ê tebaxê de jî li Îranê 5 girtiyên ku du ji wan xelkê Efganîstanê, yek xelkê Iraqê û du ji wan jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne, li girtîgeha navendî ya Tewrêz û Mihabade hatin bidarvekirin.

Li gor heman agahiyan, kesên hatine bidarvekirin navê yek ji wan Şapur Husênî xelkê Tewrêz, Îrfan Ebdulezîzî Kurdê xelkê Kerkûkê, du welatiyên Efganî bi navê Cubula (32) û Muşeref ((27) li girtîgeha Tewrêz hatine darvekirin. Girtiyê bi navê Sîrwan Ebobekirî (30) yê xelkê Serdeştê li girtîgeha navendî ya Mihabadê hat bidarvekirin.

22 Tebax: Di 22’ê Tebaxê de rejîma îranê li girtîgeha Tewrêz welatiyek Kurd bi darve kir. Kurdê hatî bidarvekirin bi navê Mihemed Xalid Cîhangîr yê ji Urmiyeyê bû û xwedî 2 zarokan bû.

18 Tebax: Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyarkir ku di navbera rojên 13 û 15’ê Tebaxê de rejîma Îranê 4 girtiyên din ku bi tometên cûda hatibûn girtin, li girtîgehên Kerec, Sine û Sebzeward bi darvekiriye. Hat gotin ku 3 ji wan Kurdin. Li gor agahiyên ku Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belavkirine, yek ji wan girtiyan bi navê Peyman Elaweysî (37) xelkê Sine ye û pênc salbûn girtîbû û li girtîgeha Sine hate darvekirin. Girtiyek din yê bi navê Nasir Şefiî ku xelkê bajarê Tîkabe û ev pênc sal bûn girtîbû û li girtîgeha Kerec hat darvekirin.

15 tebax: Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxisar 4 girtiyan bi darve kir ku yek ji wan Kurdek bi navê Nasir Şefiiye, yên din jî bi navê Seîd Niyazî, Behrûz Wefaî û yek jî ku navê wê nehat zanîn Efganiye.

Çile-Tebax: Li gorî daneyê ofîsa Komîserİya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ji serê salê ve li Îranê zêdetirî 345 kes ku 15 ji wan jinin, hatine darvekirin.

Di 2023’an de li Cîhanê hezar û 153 kes hatin darvekirin

Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, sala borî li cîhanê hezar û 153 kes hatin darvekirin. Ev hejmar hema bêje di nava 10 salên dawî de hejmara herî bilind e.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amesty) raporek weşandibû û diyar kiribû ku bi taybetî li Rojhilata Navîn “înfaz zêde bûne”. Amesty destnîşan kiribû ku li seranserî cîhanê herî zêde li Çînê înfaz pêk hatine, lê têkildarî vê yekê ti qeyd nînin.

Li gorî raporê di sala 2023’yan de, li Îranê 853 kes, li Siûdî Erebistanê 172, li Somaliyê 38 û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî 24 kes hatine darvekirin.

Li gorî hejmaran, ji sedî 74’ê înfazên cezayê mirinê, tenê li Komara Îslamê ya Îranê pêk hatine.