Di dîrokê de kêm dem hene ku reş-tarî û spî-ronî li kêleka hev xuya bikin. Em niha di demeke wisa de ne. Bi taybetî jî li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn utopyaya ku berî sedsalan behsa wê dihat kirin û digotin li tu derê tine, nayê dîtin; ava bûye. Navê vê utopyayê PKK, Şoreşa Jinê ya Rojava ye. Jin Jiyan Azadî ye. Li erdê jî heye. Bi destan mirov dikare hîs bike, bi çavan bibîne. Fantazî nîne. Paşerojeke spî-ronî ye. Pêşengê vê jî Rêber Apo ye. Felsefeya wî ne li ser tinekirinê ye li ser guherîn û veguherînê înşa dibe. Dijber û dijminê xwe jî hewl dide biguherîne, vegiherîne. Mezinahiya vê utopyayê jî ji xwe di vir de ye. Ji bo pêkanîna armancê azadiyê amûr û alavên xwe paqij e.
Li aliyê din nûnerên reş-tariyê, dîstopyayê jî hene. Ew dinyayeke li ser dijberiyê, li ser xwînê li ser makîne û kedxwariyê tasawir dikin. Ji xeynî xwe bi çavê însanbûnê li kesekî nanêrin. Ji xwe re qesrên ji krîstalan ji caman çêkirine û dibêjin; ezel û ebed em in. Hemû gel, bîr û bawerî, civak, dar û ber, sewal û heywan weke ku koleyên wan bin weke ku eşyayên wan bin, dixwazin li gorî dilê xwe tasarûfê li ser wan bikin. Rêber Apo bi berxwedana xwe, li cihekî weke Îmraliyê, li mekanekê ku di kontrola hêzên reş-tarî de, ronahiyeke mezin afirand û diafirîne.
Bi saya têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo, PKKê, bi saya şehîdên doza azadiyê, înkarkirina gelê kurd bi dawî bûye. Vî gelî bi dayîna berdêlan, dîwarên înkarê hilweşandin. Niha dora jiyana azad hatiye. Banga Rêber Apo jî ji bo vê ye. Erê ew ê bang bike. Lê berpirsyarê bicihanîna egerên wê bangê em hemû ne. Meşandina têkoşînê ya bi rê û rêbazên nû wê serketinê bîne. Çawa ku di despêka komployê de Rêber Apo bi pêvajoya guherîn û veguherînê pêşî li têkçûnê girt, niha jî bi pêvajoyeke din a guherîn û veguherînê derî li serketineke dîrokî vedike. Kurd dê bibin xwReedan statu, bigihîjin mafê xwe. Ji îro heta sibê wê pêk neyê. Lê bi himet gav bi gav wê jiyana nû bê înşakirin.
Dem demeke wisa ye ku li kêlekê-mayin û temaşekirinê qebûl nake. Demeke zêrîn e. Tevlibûnê ferz dike. Xebateke zêde, têkoşîneke zêde dixwaze. Ji ber ku ev utopyaya ku li erdê bûye rastî, ji aliyê hêzên dîstopyayê ve tê xwestin bê fetisandin. Sed sal in ku kurd tên biçûkxistin, wêderkirin, derbederkirin û qirkirin. Hîn jî dijmin keysê bibîne wê bixwaze armanca xwe bibe serî. Lê heke em destê xwe bidin hev, tifaqa xwe xurt bikin, refê xwe qewîn bikin, serketin wê ya me be. Banga ji bo jiyana azad ev e, de werin em bi hev re di wî deriyê felatê re derbas bibin.