Dema em li dîrokê dinêrin dewlet û împaratoriyan li dijî gelan bi sedan komkujî pêk anîne. Êş û azarên dijwar bi mirovan dane kişandin. Ji bo berjewendî û desthilatiyên xwe ocaxên pîroz vemirandine, dawî li baweriyan anîne. Nijatkujî pêk anîne, gel û netew ji cih û warên wan kirine. Her cure polîtîkayên dij mirovî û bêexlaqî meşandine. Lê bi tu awayî kiryar û hovitiyên wan nehatine ji bîrkirin. Ew êş û azarên komkujiyan bûne stran, helbest, pirtûk, fîlm û hwd. Lê qet ji bîr nebû ne. Bi taybet jî kêmar û neteweyên di bin zor û zilma desthilatan de gelekî kêşane. Hin ji wan jî ji ber baweriya xwe rastî komkujiyan hatine û ji cih û warên xwe bûne. Gelê Ermen jî yek ji wan e ku li gel 110 sal di ser Qirkirina li ser wan pêk hatiye derbas bûye jî ew êş hêj di dil, mejî û hestên mirovan de jan dide.
Di 24ê Nîsana 1915an de ji aliyê dewleta Osmanî ve li dijî Ermeniyan polîtîkayeke mişextkirin, “baqijî” û qirkirinê dest pê kir. Ev polîtîka bû sedema êşên kûr ên mirovî û li tevahiya cîhanê wekî komkujiya herî mezin. Li gorî hin daneyan bi qasî 1,5 milyonî mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Her wiha li gorî daneyên hin çavkaniyan jî bi qasî 95 hezar Ermeniyan jî neçarî ol û baweriya xwe guherî ye.
Her sal ev Qirkirina Ermeniyan tê bi bîr anîn. 110 sal li pêy xwe hişt lê hêj jî êş û birînên wê demê nekewiyan e. Her sal qurbanî tên bi bîranîn û tê xwestin ku ji Ermeniyan lêborîn were xwestin. Her sal em jî hewil didin ku di weşanên xwe de cih bidin bîranîna qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan û wan bibîr bînin.
Hatina Ebdulhemîdê 2yemîn
Heke careke din em rewşa wê serdemê ya dewleta Osmaniyan û polîtîkyên ku pêş diketin bînin bîra xwe dê hin tişt zelaltir bê fêhmkirin. Dema em hinekî pê dadikevin em dibînin ku dema şerê dewleta Osmanî û Rûsyayê di sala 1876an de Ebdulhemîdê 2yemîn dibe Sultan. Wê demê dewleta Osmanî di serdema xwe ya herî lewaz de bû. Lê ligel nedixwest desthilatiyê ji dest berde û diket nav polîtîkayên tundwar ên antî temokratîk û yên dij mirovî. Hewil dida ku xwe li ser pişta kêmar û netewan bide jiyîn û temenê xwe dirêj bike. Lê li dijî kiryarên dewleta Osmanî serî hildan û raperîn jî pêş diketin. Bi taybetî jî gelê Kurd ev polîtîkayên dewleta Osmaniyan qebûl nedikirin. Serhildana Mîr Bedirxanan di salên 1821-1847an de, dagirkirina Iraqê ji aliyê Ingilîzan, şerê Rûsya û Ermeniyan û bi serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî ve dewleta Osmanî ketibû rewşeke xirab.
Li gorî çavkaniyan wê demê Rûsyayê bi her awayî piştgiriya Ermeniyan dikir û Ermenî li dijî dewleta Osmanî sor dikirin. Di şerê navbera dewleta Osmanî û Rûsyayê yê di salên 1877-1878an de, Ermeniyan bi dewleta Rûsyayê re şerê Osmaniya dikir. Di navbera salên 1894-1896an de 300 hezar Ermen ji aliyên artêşa Osmaniyan ve hatin kuştin.
Armanca Lîwayên Hemîdiye
Li aliyê din girêdana Kurdan jî bi Dewleta Osmanî re bi gumanan bû. Piştî şerê Rûsan û Osmaniyan, ji bo damezirandina dewleteke Kurdan, Serhiladana Şêx Ubeydullahê Nehrî di sala 1880an de dest pê kir. Ji ber van sedeman Dewleta Osmanî bi zorî xwe li ser piyan digirt. Piştî şikestina serîhildana Ubeydullahê Nehrî, Dewleta Osmanî ji bo ku rê li ber tevgera Kurd bigire û careke din Kurd negihên hêzeka siyasî, Lîwayên Hemîdiye ava kirin. Yek ji armancên van lîwayan ew bû ku Dewleta Osmanî karibe Kurdan di şer de li dijî Rûsan bikarbîne.
Ev tevlihevî hetanî salên 1908-1909an dewam dike û bi derketina Jon-Tirkan êdî sulatanê Osmanî bê deshilatdar dimîne û desthiladarî dikeve destê Komîteya Îtihad û Teraqî. Rûsya di wê demê de, gelekî erdê Dewleta Osmanî bi dest dixe û Dewleta Osmanî ditirse ku şerekî nû di navebera wan û Rûsan de derkeve.
Destpêka Qirkirinê
Dema em berê xwe didinê di despêkê de Dewleta Osmanî bi qasî 250 ronakbîr û rêveberên Ermenî ji Stenbolê mişextî Enqereyê dike û di wê mişextiyê de tên kuştin. Bê guman armanca wê mişextiyê ew bû ku civaka Ermen bê pêşeng û ronakbîr bimîne. Bi vê yekê êdî mişextî û komkujî dest pê dike. Qirkirina Ermeniyan di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê de di du qonaxan de pêk tê. Ermeniyên ku di bin parastina leşkerên Osmanî de ji cihên xwe hatin mişextkirin; di dema mişextiyê de ji ber kêmbûna xwarin û avê; her wiha li gorî agahiyên cuda dem bi dem rastî talan û komkujiyan dihat.
Salên 1915 – 1919an
Li aliyê dinê jî mirov dikare bêje ku yek ji armanc û hedefa sultan Abdulhemîd ji sazkirina Lîwayên Hemîdiye jî ew bû ku dijminahiyê têxe nava gelê Kurd û Ermen, wan bi hev bide qirkirin. Ev plana qirêj a di navbera sala 1915 – 1919 an de di binê perdeya dîn de pêş xist. Nêzîkî milyon û nîv Ermenî bi hovîtiyeke gelek mezin hat kuştin. Mal û milkên wan hatin talan kirin. Bi hazaran Ermeniyên ku canê xwe xislas kirin reviyan derveyî welat (Îran, Sûriye û Urdun).
110 sal derbas bû lê…
Dewleta Osmanî bajar, navçe, bajerok, gund û mezrayên Ermenî lê dijiyan, vegerandin gola xwînê. Ev komkujî, wekî komkujiya yekemîn a sed-sala 20mîn di rûpelên dîrokê de cih digirt. Li ser komkujiya bi mirina bi sedhezaran kesan re 110 sal derbas bû, lê hê jî rêveberiya Tirkiyeyê, komkujiyê înkar dike.
Hin dîroknas dibêjin armaca Osmaniyan ew bû ku li ser erdnîgariya di bin kontrola xwe de Ermeniyan nehêle. Ji mişextiyê bigire heta kuştinê hemû rêyên “paqijiyê” ji xwe re rewa dîtiye û pêk anî ye. Qirkirina Ermeniyan di warê lêkolînên jenosîdê de piştî Holokastê bûye mijara duyemîn a ku herî zêde lêkolîn li ser tên kirin.
Red û înkara Tirkiyeyê
Lê belê Komara Tirkiyeyê ya ku dewleta şûngirê Împaratoriya Osmanî ye, bikaranîna peyva jenosîdê red dike. Li gorî hesab û berjewendiyên xwe nêzî dîrokê dibe. Li aliyekî bi mezinbûn û belavbûna Împaratoriya Osmanî û beriya wê bi Selçûkî û hwd. di warê serbilindî de pesnên xwe didin, li aliyê din jî li kiryarên wan ên dij mirovî xwedî dernakevin. Em ê dîroka hêzdarî, desthilatî û belavbûnê çawa bibînin û şîrove bikin? Ma ne li cihekî hêz, desthilatî û polîtîkaya belavbûnê hebe çawa dibe ku mirov behsa dagirkerî, kuştin, talan, komkujî û qirkirinan neke? Ji lewre jî ew polîtîkayên red û înkarê rastî û heqîqetê naguherîn e. Ligel ku bi sedan kesayetên girîn û navdar û heta gelek serokên dewletan ji Komara Tirkiyeyê xwestine ku Qirkirina Ermeniyan wek jenosîd nas bike. Ji sala 2021an vir ve 33 welatan (parlemen û dezgehên siyasî) qirkirina Ermeniyan bi awayekî fermî wek jenosîd pênase kirine. Lê dewleta Tirkiyeyê di ya xwe de israr dike û mirov dikare bêje piştî Qirkirina Ermeniyan jî ji serdema avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve ji aliyê dewletê bi dehan talan, komkujî û qirkinrin pêk hatine. Bi taybetî jî pîştî Qirkirina Ermeniyan dor hatiye Kurdan û gelê Kurd bi dehan caran bi qirkirinan re rûbirû maye.