Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên cûda de balê dikişînê ser têkoşîna ji bo azadiya jinê meşandiye û dibejê: “Ez bi jinê re bi dil û mejiyê xwe têkildar bûm, bûm yek. Yekbûna min bi jinê re, yekbûneke ji eniya min, ji mejiya min e. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, lênêrîna min li jinê ev e. Li ser vê bingehê ji biharbûna azadiyê re, ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim, hezar silav.”
Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên ku li Îmraliyê bi parêzer û şandeyan re çêkiribûn de der barê têkoşîna jinan nirxandinên kirine û peyamên şandine, bi mûnasebeta 8`ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan a Cîhanî de bi awayekî berhevkirî, hin nirxandin û peyamên Rêber Abdullah Ocalan wiha ne;
Wekî berfînên qeşayê kun dike, azadîbûna jinê pêk tê
“Salên 2000’an; çerxên şaristaniya tarî ku hejariyekî kûr li jinê daye jiyandin, li dijî vê bi înat wê bibe salên azadiya jinê. Ez di bingeh de vê şaristaniyê weke çerxekî tarî û qeşa girtî dibînim. Lê belê ji salên 2000’ân û pê de biharbûna jinê dest pê kiriye. Di demdirêjiya dîroka şaristaniyê de, li dijî zivistana dijwar û berfê dijwar ya serdestiyê spartî derewînî û zordariyê, li ser cinsa jinê weke berfînên ku berf û qeşayê kun dike, azadbûnên jinê pêk tê. Bi vê, her biharbûna jinê, bihara jinê, li dijî zivistan û berfê dijwar kulîlkvedan, kulîlkvedana tevgera azadiya jinê pêk tê. Ez vê radeyê girîng dibînim.
Ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim hezar silav
Ez bi jinê re bi dil û mejiyê xwe têkil bûm, bûm yek. Yekbûna min bi jinê re, yekbûnekî ji eniya min, ji mejiya min e. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, lênêrîna min li jinê ev e. Li ser vî bingehî ji biharbûna azadiyê re, ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim, hezar silav. Ez ji zarokan re, ji hemûyan re wê dibêjim. Min dixwest ez bibim yek ji we. 50 salî me, lê weke zarokan im. Hem ji bo jinan, hem ji bo zarokan, hem ji bo gelê me wek kesekî mayînê birûmet dibînim. Dema ber bi çûna kongra ve, ez ji bo we sê xebatên bingehîn pêşniyar dikim. Ya yekem, dîroka jinê. Ya dûyem, şoreşa jinê, yanî azadbûna jinê. Ya sêyem peymana civakî ya jinê. Wan xebatan kurtir bikin. zLi Rojhilata Navîn sêyemîn xebata min ya destanî, li ser azadiya jinê ye. Li gorî min, ev xebatê ku pêwîst bû ji beriya xebatên rizgariya welat û kedê bihata destgirtin. Xebata herî zehmet bû.
Pirsgirêka azadiya jinê ji netewbûn û çînbûnê zortir e
Ez şervanê azadiyê me, tevî vê ne gengaz bû ku min vê yekê nedîtibana. Weke zarokê azadiyê yê van xakan ku olê xwedawenda dayîk afirandiye û bûye warê xwedawendên dildariyê (eşqê) yên destpêk, minê bixwesta mezinên me yên destpêk û çavkaniyên me yên dildariyê têbigihînim, lêkolîn bikim û hêcetên wan yên hebûnê bibînim. Li ser vî bingehî kûraniya ku ez gihîştim girîng e. Min dît ku pirsgirêka azadiya jinê ji netewbûn û çînbûnê zortir e. Ez wisa pê de ketim. Derfetên min bisînor in, ji bo çareseriyê nêzîkbûnek cidî ya felsefî û teorî pêwîst e. Pêwîst e were hizirîn ku çareserî ka wê bi kîjan şêwaza nêzîkbûnê çêdibe. Hûn jî dikarin lêhûr bibin. Ez dikarim bêjim tiştê ku min ji zarokatiya xwe digerî, min di çerxa neolîtîk de dît. Tiştê ku civaka neolîtîk, Hîlala Berhemdar tê gotin di coxrafyaya Kurdistana îro de çêdibe. Di bilindkirina şaristaniyê de keda me heye.
Emê hewl bidin da ku ev çanda xwedavendê bijînin
Afirandina şaristaniyên Misir û Sûmer bi neolîtîk re, yanî bi me re çêbûye. Enkiyê xudayê Sûmeran yê qurnaz, nûnertiya bavikê nîv zanedar, ne tam zordar, nîv sazûmankar dike. Navê Ninhursag, Înanna navên “nîne”, “ana” (dayîk) ji wir tên. Ger derfeta min hebûya, min dixwest ka çi ji serê xwedê, xwedawendan hat binivîsinim. “Çi ji serê xwedê û xwedawendê hat? Hûn dikarin binivîsinin. Nivîsandina romana kêşeyan gelek balkêş e. Yê çanda axê afirandî jin e. Jin hêzekî awarte ye. Evqas bihêzbûna çanda dayîk, ji vir tê. Çanda jinê û çanda gel, ji neolîtîk dest pê dike. Şoreşa neolîtîk bixwe demokrasî ye. Paşketî ye lê, cewherê wê demokrasî ye. Çanda xwedawend ji Star tê heta Îştar, Înanna û Afrodît. Îştar, Star, Stêrk ji wir tê. Weke stêrk rojbûna we silav dikim. Emê hewl bidin da ku ev çanda xwedawendê bijînin. Ev çanda me ye.
Cîhanekî azad ku bê serxistin heye, jiyana azad ku bê serxistin heye. Ez ji bo vê dibêjim, bi we re me. Em dev ji xebata jinê bernadin. Xebata jinê herî kêm qasî xebata PKK’ê girîng e, ji bo aştiyê bixebitin. Ez ji bo we dijîm.
Di bûyera azadiyê de xwe biparêzin
Van xakan çawa ku xwedawenda dayîk afirandiye, niha jî wê jina azad biafirîne. Hewldanekî cesur û xweşik e. Bixwe bawer bin. Xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Hîç pêwîst nake hûn li hember êşan birûxin. Pêdiviya we mezinkirina rêzdarî û hezkirinê heye. Di bûyera azadiyê de xwe biparêzin. Di warê xwedawendên dayîk û dildariyê de, bi hêza azadî û wekheviya ku hezaran sal dayîn windakirin ve, di xebat û şerê eksena jin de, ez hêvîdar û bawer im xweşikayî û jîrî, wê ji nû ve bê afirandin, yên heyîn qasî ku peymana civaka nû jîndar bike wê bigihîje hêza xwe ya cewher. Mîsoger e ku di rêhevaltiya jinê ku bi hezkirin û rêzê ve dagirtî de ezê heya nefesa xwe ya dawî, weke karkerekî yê dildariyê, îdîa û hewldana xwe bidomînim. Qasî wate bidin û qasî pêdiviyên wan heyî, ez rêhevalê jinan im û mîsoger e ku ezê her wisa bimînim
Yê girîng pêkanîna kulîlkvedana jinê ye
Min bihîst kulîlkê min şandî gihîştiye, bi coş hatiye pêşwazkirin. Me ji bo vê li vê derê bi rêveberiya (îdare) re gelek vecelîdin. Weke `te çawa şand` ew kirin, gotin `qedexe ye, fîlan û bêvan`. Kulîlkên mayîn jêkirin. Kulîlk sembolek e, yê girîng pêkanîna kulîlkvedana jinê ye.
Divê hûn kedê bidin, bi hedar bin. Li benda tu kesî nemînin ku we pêş bixe. Heta desteka min jî bisînor bibe. Ez bawerî didim hêza jinê. Dibêjin; `wê karkerên hatîn perçiqandin cîhanê rizgar bikin`. Ez jî dibêjim; `jin wê cîhanê rizgar bikin`.
Tevayî şînkayiyan di kulîlkê de jêkirin
Min kûlîlk dabû we, min vegotibû ka ev çiqas pirsgirêk çêkir. Di demên bûrî de dîsa rewşekî mîna vê çêbû. Di kulekê (havalandirma) de şînkayiyek çêbûbû. Tiştekî wek striyê bû, ne kûlîlk jî bû. Min girt, anî oda xwe. Wek ser oda girtin, lê gerîn. Piştre jî tevayî şînkayiyên di kulekê de jêkirin. Min got; `çi ye, çi heye, çi çêdibe? Çima ewqas mezin dikin?` Lê berxwedanekî wisa qebe ranexist, min pêwîst nedît. Naxwazin ku ez kûlîlkekî jî bidim we. Çima? Di zanedariya pozîsyona (rewş) min de ne. Wan bûyeran ji yên ku dibêjin `li Îmrali bi dewletê veşare re pêyman daniye, di wir de weke qralan dijî` re baş vebêjin. Lê ez ji xwe re nakim mesele. Ne pêwîst e. Lê belê ji bo ku hûn mercên ez tê de bîzanin, diyar dikim.
Di bingeh de em dikarin meseleya kulîlk wisa vekin. Li ser navê min dikarin kulîlk bidin herkesî. Herkes dikare kulîlk bide hev. Em dikarin kevneşopekî wiha biafirînin. Di nameyên hatîn de fîgûrên kulîlk hatibû karanîn. Ez jî dixwazim wiha bersiva wan bidim. Ger destûr neyê dayîn, em dikarin wiha derbas bikin, herkes di nameyên xwe de dikare bikaranîna kulîlka bidomîne.
Şoreşa jinê şoreşa gulê ye
Divê hûn xebatên xwe li ser bingeha Akademiya Azadiyê bi rêve bibin. Tiştekî ku cesaret û vîn nikare fetih bike nîne. Yên îdîa û hêrsa xwe heyîn vê yekê bi ser dixînin. Dikarin materyalên perwerdeya kêşeyên Sûmer û Misir lêbikolin. Min di vê derê de çar sal perwerdeya yek kesî dît. Min di tarîtiyê de, di mercekî bêhewa de pêk anî. Dikarin vê yekê mînak bigirin. Hûn dikarin li ser xebatên çand û aborî hûr bibin. Dikarin giranî li xebatên demokratîk û hûnerê bidin. Ev karê pîroz in. Min berê jî diyar kiribû; di vê mijarê de ramanên weke baran tên bîra min. Şerm û kîrêtiya bi hezaran sal me rûxand, merxasî, hedarî û wêrektiyê derxist holê. Ev yek min şanaz dike, ez rûmetiya vê dihilgirim. A gul pêl bi pêl belav bûye. Şoreşa jinê şoreşa gul e. Ev yek eşkere bûye.”