23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 30 sal in ji çareseriyê re amade ye

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 30 sal berê di civîneke çapemeniyê de pirsên rojnamegeran dibersivîne û diyar dike ku polîtîkayên Dewleta Tirk ên înkarê didomin û pêdivî bi diyalogê heye. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku pirsgirêkên ku wekî çiyê mezin bûne dikarin bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji 15ê Sibata 1999an heta niha di hucreya yek kesî de girtî ye, di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji hemû mafên girtiyên siyasî û mafên xwe yên mirovî bêpar hatiye hiştin. 5 sal in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li gel hemû şertên giran û şertên pir bi sînor jî dîsa di peyamên ku bi rêya malbat, parêzer û şandeyan re bi raya giştî re parve dike, rêya aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk nîşan dide. Herî dawî di 23ê Cotmeha 2024an de bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan peyam şand. Di peyamê de aşkere dike ku tecrîd didome. Lê şert û merc bêne avakirin, di aliyê teorîk û pratîk de amade ye ku zemîna şer, derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bike. Dîsa dema di 28ê Kanûnê de bi rêya şandeya DEM Partiyê peyam şand xwest hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji bo çareseriyê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û rol zêdetir da meclisa Tirkiyeyê.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 30 sal berê jî dîsa ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe gelek caran agirbesta yek alî îlan kir. Dîsa xwest pirsgirêk li ser zemîna siyasî û hiqûqî bê çareserkirin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di civîna çapemeniyê ya Adara 1993an de dîsa balê dikişîne ser rêya diyalog û hevdîtinan û çareseriyê zêdetir bi rêya diyalogê pêşniyar dike.

Civîna çapemeniyê ya Adara 1993 ku 30 sal berê pêk anîbû û nirxandinên ku wê demê kiribûn wiha ye:

Kedkarên çapemeniyê yên bi qîmet, berî her tiştî hûn bi xêr hatin. Em pêvajoyek pir girîng dijîn. Di vê pêvajoyê de me pêşniyarên Rêzdar Mam Celal li ber çavan girtin û me civîneke çapemeniyê ya wisa amade kir. Me ev yek weke berpirsiyar dît.

Yek ji pirsgirêka roja me ya herî giring û tev li hev, pirsgirêka gelê kurd û tirk e. Em ronîkirina vê pirsgirêkê wekî erk û deynê xwe dibînin. Di qedera gelên Rojhilata Navîn de gelê kurd û tirk du neteweyên herî girîng in. Ji ber gelek sedemên dîrokî û siyasî şerekî dijwar diqewime. PKK, demek dirêj e hewl dide ku hebûna neteweya kurd di rêya azadiyê de bide xuyakirin û têkoşîna gelê kurd dimeşîne. Demek dirêj e pêşengiya tokoşîna gelê kurd dike. Me nexwest vê pirsgirêkê bi rêya tundiyê çareser bikin. Lê ji ber sedemên dîrokî ku hikûmetên heyî jî derbas dike, polîtîkayên înkarê yên dîrokî ên Tirkiyeyê didomin. Ev bi taybetî di serdema komarê de bêtir zêde bûye û heta îro hatiye. Polîtîkayên Kemalist ne tenê pirsgirêka neteweyî ne. Ev bûye sedem ku di pirsgirêka demokrasiyê de kîlîd bibe. Herî kêm bi qasî gelê kurd, ew qas zerarê dide gelê tirk jî.

“Aşkere ye ku pêdivî bi agirbestek pir alî heye”

Li holê pirsgirêkên mîna çiya mezin hene. Ji asta destûra bingehîn heta şerê rojane ku em li dijî wê ne û zerarek mezin dide gelan, divê hemû pirsgirêk bi rêya hevdîtin û diyalogê çareser bibin. Ji ber vê yekê divê rêyên hevdîtinê bêne vekirin. Ji ber vê yekê; daxwaza berdana çekan a yek alî ku ji me dixwazçin, dê ji întîharê xerabtir be. Pirsgirek ne muxatabiya me ye, pirsgirêk li Tirkiyeyê neditina muxatabekî-ê ye. Ji ber vê yekê çareseriyek bi kok xwe ferz dike. Serdema nû ya pêngava15ê Tebaxê ango bi navekî din serhildana kurdan û berxwedana kurdan ketiye sala 9an. Di bihara 1993an de hatiye asteke girîng. Serdema biharê, di heman demê de destpêka şerekî germ e. Ev talûke pir ji nêzîk ve tê hîskirin. Li aliye din dê çend roj şûnde Newroz bê pîrozkirin. Hem çavê gelê Tirkiyeyê û hem jî çavên gelê Kurdistanê tev li îro ye. Hevî û hestera xwe ya ku Newrozê bi aştiyane pîroz bikin tînin ziman. Li ser me jî barekî pir giran heye. Di rojên dawî de çapemeniyê em pir xistine navenda xwe. Hemû çav li ser me ne. Mirov dikare vê yekê bi hêsanî bîne ziman.

Em bi daxwazên we yên hevdîtinê re rû bi rû man. Bêguman em ê li pirsgirêken we guhdar bikin. Daxwazên we ji me pir zêde bûn. Bêguman em ê li pirsgirêkên we guhdar bikin. Bi rastî heta me hûn anîn vir me fedekariyek pir mezin kir. Heta ku me Mam Celal anî vir pir zêr bû.

Rojnameger: Ji bo Newrozê deklarasyona we ya agirbestê hebû?

Di vê mijarê de biryara ku me pêş xistiye ez dikarin li vir bi were parve bikim. Bi taybetî li der û dora hikûmetê nerînek ku tê belav kirin heye. Dibêjin; “PKK, dikare pêşandanên Newrozê veguherîne serhildanên çekdarî.” Di serî de ez bibêjin îdîayek wisa tune ye. Em dibêjin heta artêş neyê ser yekîneyên me, heta em neçar neminin parastina rewa bikin, em bersîvê nadin êrîşan. Ji 20ê Adarê heta 15ê Nîsanê emê guleyê neteqînin. Em ê tu êrîşan nekin. Çi di dema xwepêşandanan de dibe, çi di vê pêvajoyê de be, êrîşên ku pêk bên, teqez ji aliyê me de pêk nayên. Bi vê yekê em hewl didin ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê derfeteke aştiya navxweşî pêş bixin. Ez dixwazim bibêjim ku em dixwazin rêya çareseriya siyasî vekin. Em dixwazin ji vê rêya siyasî re amade bikin. Li aliyê din rayedarên Tirkiyeyê jî di nava bendewariyê de ne. Em difikirin ku pêdiviyê bi nirxandina rewşê dibînin. Ji bo em derfetekê ji vê yekê re vekin, em dixwazin demekê biryareke wisa bidin. Ev biryar jî di cihê xwe de ye. Bi vê yekê em bendewariya gel a li hemberî xwe pêk tînin.

Rojnameger: Birêz Ocalan, dema nameya daxwazen we bi raya giştî ya Tirkiyeyê re hate parvekirin, tê gotin 3 daxwazên we hene. Yek Agirbesta bêşert û merc. Ya duyemîn; Hûn naxwazin ji Tirkiyeyê qut bibin, ya sêyemîn jî hûn dibêjin ‘Mesele dikare di nava sînorê Misak-i Milli de em ê çareser bikin. Li gorî vê yekê ez dixwazim bipirsim. Niha hûn qala agirbestê dikin, tişta hûn qal dikin, 13ê Adarê heta 20ê Nîsana bû?

Girîngiya vê yekê di vir de ye; Wekî min got divê ev wekî nirxandineke nû neyê famkirin. Hûn baş dizanin ku divê kes nîne aqilê xwe ku em yek alî çekan berdin. Aşkere ye ku pêdivî bi agirbestek pir alî û fireh heye. Li holê pirsgirêkên mîna çiyê hene. Di asta Destûra Bingehîn heta şerê rojane ku hemû gelê me jê zerarê dibîne, divê rêya çareseriyê li wan bê vekirin. Daxwaza ji me dikin ku em yek alî çekan berdin, dê ji întîharê xerabtir bibe. Ev pir aşkere ye. Li vir ya girîng em rêbaza siyasî derxin pêş. Di vê mijarê de hikûmeta Tirk heye? An tune ye? Dixwaze xwînê bisekinîne an na? Dixwaze mafên gundan ên zagonî û mirovî bide an na? Dê rêya demokratîk veke an na? Di vê mijarê de ez bêtir aşkere bibêjim; Hebûna me û neteweya me qebûl dike an na? Dê rêya azadiyê veke an na? Dê rê veke ku em wekhev û wekî xwişk û bira bi hevre bijîn an na? Bi kurtasî dê tarza demokratîk û tarza siyasî esas bigire an na? Eger ev pirs rast bêne bersivandin em dikarin heta dawî agirbestê berdewam bikin. Dê tu pirsgirêk ji aliyê me ve pêş nekevin. Em ji her demê bêtir ji rêbaza siyasî û demokratîk re amade ne. Ez bi rêya we vê fikra xwe ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê re parve dikim.