Şandeya Îmraliyê di çorçoveya pêvajoya ku Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin de çû başûrê Kurdistanê. Şande hem peyamên Birêz Abdullah Ocalan ji bo Tevgera Azadiyê birin û hem jî bi rêveberî û partiyên Başûr re hevdîtin kirin.
Li ser pêvajoya Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin gelek nîqaş tên meşandin. Herkes û derdor li gorî xwendin û hêviyên xwe wateyek cuda li pêvajoyê dike. Di serî de Dewleta Tirk ligel pêvajoyê di heman demê de şerek psîkolojîk û taybet dimeşîne. Hewl dide nîşan bide ku ev pêvajo bi îradeya wan hatiye destpêkirin û di encamê de Tevgera Azadiyê dê bê tunekirin. Heta dixwaze mîna têkçûyî û teslîmbûyî nîşan bide. Derfetên dewletê û çapameniya xwe ji bo vê seferber kiriye.
Derdorên qaşo dijberî îktîdara AKPê xuya dikin jî li aliyê din heman tiştî didin. Di bingeha xwe de di navbera van derdoran û AKPê de ferqek nîne. Di serî de komên di nav CHPê de, bermayên Ergenekonê û nijadperestên tirk ji vê derdorê ne. Di bin navê dijberiya AKPê de dijminiya kurdan dike. Dixwazin întîbayek wekî, “AKP dê ji bo îktîdara xwe cardin kurdan bixapîne” biafirînin. Di esasê xwe de jî AKPê sor dikin ku tevkujiya gelê kurd bidomîne.
Hinek derdorên çepgir û demokratîk jî niha bêhelwest mane. Heta hinek ji wan di bin bandora ropagandaya dewlet û derdorên nijadaperest de dimînin. Di bin navê, “AKP çareseriyê naxwaze dê kurdan bixapîne” de di pozîsyonek çewt de sekinîne. Zêdetir li derve dimînin û pêvajoyê temaşe dikin.
Lê rastiyên vê pêvajoyê cuda ne. Ev pêvajo ne bi îradeya AKP û dewletê hatiye destpêkirin. Rêberê Gelan Birêz Ocalan şert û mercên hundirîn û derveyî nirxandin û însiyatîf girt. Pergala modernîteya kapîtalîst xitimiye. Nikare pirsgirêkên gelan û mirovahiyê çareser bike. Heta berovajî çareseriyê her roj pirsgirêkan kûr dike. Li tevahiya cîhanê xizanî, komkujî, şer, pevçûn; têkçûna xweza û civakê kambaxtir dibe.
Di hundir de jî îktîdara AKPê di pêvajoya tevkujiya gelê kurd de têk çû. Plana têkbirinê di difna wan re hat.
Di asta stratejîk de têk çû. Ligel hemû êrîşan jî nekarî TevgeraAzadiyê têk bibe û berovajî vê yekê bi xwe kete pêvajoya têkçûnê. Xwest bi piştgiriya çeteyên ji çar aliyê cîhanê kom kirin û piştgiriya hêzên derveyî nekarî Şoreşa Rojava bifetisîne.
Bi şerê Hamas û Cihûyan li Rojhilata Navîn rewşek nû derket holê. Îsraîlê destên Îranê yên li Filistîn, Libnan û Sûriyeyê birîn. Heman pêvajo dê li Iraq û Îranê jî bidome. Ev yek jî tê wateya sêyemîn netew-dewleta Kurdistanê dagirkiriye têk biçe. Li ser vê bingehê netewe dewleta tirk xwe li ser piyan bigire.
Hêzên modernîteya kapîtalîst jî dixwazin vê kaosê pêk bînin û pergalek li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Ku hêzên modernîteya kapîtalîst ser bikevin dê sed sal din gelên Rojhilata Navîn hev bikujin û dewlemendiyên wan dê biherikin Amerîka û Ewropayê.
Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan ev pêşketin tev xwendin û li ser bingeha avantaj û talûkeyên derketine holê înîsiyatîf girt. Bi vê înîsiyatîfê dixwaze hem pirsgirêka kurd çareserbike û hem jî tola çepçekirina Kurdistanê ji hêzên hegemonî bigire. Ji bo wê stratejiyek nû û serdemek têkoşînê ya nû dide destpêkirin.
Ne wekî dewet û îktîdara AKPê dibêje û propaganda dike ku Tevgera Azadiyê qels bûye; ne jî wekî derdorên neteweperest û nijadperest dibêjin kes dikare gelê kurd bixapîne. Serokatiyekû Tevgerek pêncî sale di dojeha Rojhilata Navîn de siyasetê dike li holê ye. Her tiştî heta hûrguliyan dinirxîne û stratejiyê pêş dixe.
Di encama vê pêvajoyê de dê gelê kurd bi ser bikeve. Ligel vê dê gelên Rojhialta Navîn û mirovahî bi ser bikeve. Ji bo vê divê gelê kurd bi hemû hêza xwe pişgiriyê bide Birêz Abdullah Ocalan û îradeya xwe ya rêxistinkirî. Bêguman ev ne pêvajoyek mirov bikeve rehavetê ye. Divê em jî duh zêdetir xwe rêxistin bikin, li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.