Di 9ê Cotmeha 1998an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navndewletî dest pê kir. 27 sal di ser komployê re derbas bûn. Gaziyê şer Azad Efrîn têkildarî komployê nêrînên xwe anî ziman. Azad Efrîn di despêkê de Komploya 9ê Cotmehê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Bêguman ne cara yekê ye ku li ser gelê kurd komployên wiha reş têne kirin. Lê belê Komploya 9ê Cotmehê komployeke welê ye ku di tu dîrokan de nehatiye dîtin. Hemû hêzên hegemon ên bi sedan salan e erdnîgariyan li gor berjewendiyên xwe parçe dikin û gelan berdin hev cara yekê ye ku di wê astê de bi hev re hereket kirine. Wan hêzan hewl dan bi tinekirina Rêber Apo hêviyên gelê kurd û tevahî bindestan bişikînin. Ji ber dizanin ku Rêber Apo û Tevgera ava kiriye hemû nirxên mirovatiyê di nav xwe de dihewînin û pêş dixin.”
Gaziyê şer Azad Efrîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo û armancên wê pir baş tehlîl kiriye û ev xisûs anî ziman: “Hêzên komploger hewl dan di şexsê Rêber Apo de gel û neteweyekî tune bikin. Rêbertiya me bi berxwedan û têkoşîneke muezem nehişt komplo bi ser bikeve. Rêber Apo ji bo komploger negihîjin armanca xwe berxwedaneke bêhempa meşand. Ji bo rê li ber şerekî gelan bigire fedakariyên herî mezin kirin. Hedefa komployê û komplogeran raxist ber çavan. Gelê kurd û dostên wan hişyar kir.”
Azad Efrîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina gelan a li Rêber Apo û wiha axivî, “Tevî hemû êrîş û zextên herî hovane jî gelê kurd ê hebûna xwe di hebûna Rêbertî de dît, bi salan e di nav berxwedanê de ye. Gelê kurd ê di hafizeya wî de têkçûnên serhildanên berê, darvekirina pêşengên serhildanan hê jî zindî ye ji bo careke din dîroka reş xwe dubare neke, bi can û malê xwe li dora Rêber Apo, xwe kir çembereke ji agir. Lewma komplogeran digotin ku ew ne li benda bertekeke wer a mezin bûn. Gelê kurd û dostên wan nîşanî hemû cîhanê dan ku wê Rêbertiya xwe bi tenê nehêlin.”
Gaziyê şer Azad Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke gaziyekî ez Komploya 9ê Cotmehê ya em dikevin 27emîn salvegera wê careke din bi tundî şermezar dikim. Divê em ji her alî ve xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de pêş bixin. Em ê teqez azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo careke din ne tenê gelê Kurd, ti gel û pêşengên wan rastî komployên wer bêbext neyên em ê rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin bikin.”