Akademiya Zanistên Civakî ya Şengalê, encamnameya Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ragihand. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku konferans di encama banga Rêber Abdullah Ocalan de hatiye lidarxistin û bi vê konferansê re civaka Êzidî û Şengal xwe ji nûbûn û guherînên pêwîst ên serdema nû re amade kirine.
Di 17-18ê Tîrmehê de li Şengalê, bi dirûşmeya ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk, bersiva 73 fermana ye’ konferanseke girîng û dîrokî hat lidarxistin. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Şengalê pêk hat. Ji Şengalê û derveyî Şengalê mazûvaniya 150 delege û mêvanan bû. Akademiya Zanistên Civakî encamnameya konferansê bi raya giştî re parvekir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansê re bû bingeh û wiha hat gotin: “Civaka Êzidî pêwîste xwe ji serdema nû re amade bike û xwe di her alî de bi rêxistin bike. Pêwistî heye ku nûbûn û guherîn bi Jineolojiyê pêş bikeve. Pêwiste hemû şengalî vegerin Şengalê û li koka xwe vegerin.”
Berdevka Pêwendiyên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî li ser konferansa ku li Şengalê pêk hat nirxandin kir.
Suhan Şengalî ewilî li ser armanca konferansê rawestiya û wiha got: “Em ewil konferansê li Rêber Apo û hemû şehîdan pîroz dikin. Konferans li ser nerîn û perspektifên Rêber Apo pêk hat. Bi taybetî piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat. Ji bo civaka êzîdî peyam şand. Rêber Apo di peyama ku ji bo civaka êzidî re şandiye balê dikişîne ser ronesansê. Di nameya ewil de got ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk ronesans e û bi taybetî ji bo civaka êzidî ronesans e. Rêber Apo gelek girîngî da parastina hebûn û çanda êzidî. Berê jî Rêber Apo gelek tespît û nerînên bi qîmet ji bo civaka êzidî şand. Bi taybetî di vê peyamê de dibêje ev bang bersîvek li dijî 74 fermanên ku li dijî civaka êzîdî pêk hatiye ye. Li ser vî esasî civaka êzidî pêwistî dît ku li Şengalê gavekê bavêje. Di konferansê de gelek mijar hatin nihaşkirin. Ewil xwestin bang û peyama Rêber Apo fam bikin. Çima Rêber Apo dixwaze civaka êzidî di ronesansê de pêşengtiyê bike? Çima Şengal rastî êrîşek gelek mezin û giran hat? Çawa ji bo civaka êzidî Laleş cihekî gelek muqaddes û pîroz e, ji bo êzidiyan Şengal jî wisa ye. Em dibînin ku civaka êzidî bi hezaran salan li Şengalê çanda xwe û baweriya xwe parastiye û ji bo me cihekî qedîm e. Ji ber vê yekê gelek girîng bû ku ev konferans li Şengalê pêk hat. Di konferansê de hat gotin ku ronesans ne tenê ji bo Şangalê, ji bo hemû êzidiyan e û dê êzidî pêşengiya ronesansê bike. Şengal di gelek mijaran de xwedî girîngiyek mezin e.”
Suham Şengalî da zanîn ku tişta balkêş gelek mijar hatin niqaşkirin û ji gelek bawerî û neteweyên cuda jî hatin beşdarî konferansê bûn û wiha lê zêde kir: “Bawerî û neteweyên din jî li vê ronesansê xwedî derdikevin. Li ser banga Rêber Apo konferansek wisa li Şengalê pêk hat, xwedî wateyek mezin e.”
Sulah Şengalî bal kişand ser nasnameya kesên beşdarî konfernsê bûne jî û wiha berdewam kir: “Çend mehan amadekariya konferansê hatin kirin. Gelek hewldan çêbûn ku ji gelek welatan êzidî beşdar bibin. Lê ji ber dorpêça li ser Şengalê, gelek mêvan neçar man ku bi rêya online beşdarî konferansê bibin. Eger dorpêç tune bûya û derfet hebûya ku raste rast beşdarî konferansê bibin, dê bêtir dewlemend derbas bûbûya. Tenê ji Iraqê hatin beşdar bibin. Lê ew jî hatin asteng kirin. Ji Kerkuk, Mexmûr, Silêmaniyê, Bexdayê jin û mêr hatin tev li konferansê bûn. Xwedî kesayetiyên siyasî bûn. Lê di rêde gelek pirsgirêk derketin. Li gel dorpêçê û astengiyan disa beşdarî gelek baş bû. Şengal û Laleş ji bo êzidiyan gelek pîroz e. Li wir jî konferans dikare bê lidarxistin. Lê şertê wê li pêş çavan e. Ji aliyê hikûmeta Başûr û hikûmeta Bexdayê ve astengî pir bûn. Lê dîsa beşdarî gelek baş bû.”
Suham Şengalî, li ser pêşwazîkirina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û got: “Peyamê hevî û baweriyek mezin da civaka êzidî. Di heman demê de barekî mezin jî da ser milê civakê. Peyama dawî bi kêfxweşî û moralekî gelek mezin hat pêşwazîkirin. Beşdarên konferansê hewl da yek bi yek gotinên Rêber Apo fam bike û wate bidêyê. Rêber Apo gotibû ‘Ez dizanim ku civaka êzîdî gelek ji min hez dike’ Di vê peyamê ed jî hat dîtin ku bi rastî Rêber Apo jî pir ji civaka êzidî hez dike. Hev temam dike. Di peyamê de gelek tespîtên girîng kir. Rêber Apo dibêje ku erka her ferdeki kurd e ku xwedî li vê dîrok, çandê derkeve. Berê jî got ‘êzdatî koka ejdadê Kurdan e.’ Civaka êzîdî dizane ku Rêber Apo bi van peyaman dixwaze çand û baweriya civaka êzîdî bê parastin û bêtir xwe dewlemend bike. Dixwaze çanda xwe gerdûnî bike. Dixwaze ev çand bê rasatin. Dixwaze xwe bi rêxistin bike û di her alî de xwe biparêze. Heta niha gelek pirtûk li ser çand û dîroka êzidiyan hatiye nivîsandin. Lê rastiya êzidiyan îfade nake. Ji ber vêyekê Rêber Apo dixwaze êzidî bi xwe dîroka çanda xwe binivîsin.
Dîsa Rêber Apo gelek girîngiyê dide nasnameya Jinê. Rêber Apo di peyama xwe de ji jina êzidî dixwaze di milê ronesans, parastin û rêxistinbûnê de pêşengtiyê bike. DAIŞê di şexsê jinê de êrîşî çanda êzidî kir. Rêber Apo dibêje li dijî vê yekê divê di serî de jin serî rake û jin pêşengtiyê bike. Peyama Rêber Apo pir dîrokî û bi wate bû.
Suham şengalî li ser biryarên ku di konferansê de derketin pêş jî rawestiya û ev agahî dan: “Konferans bi peyama Rêber Apo û peyamên din dest pê kir. Bêtir li ser avakirina ronesansê hat niqaşkirin. Li ser dîroka çand û baweriya êzidiyan rawestiyan. Aliyê parastinê û ji bo ferman dubare nebin dê çawa xwe bi rêxistin bikin û biparêzin hat niqaşkirin. Di konferansê de ev biryar hatin girtin:
Yek ji xebatên esasî yê Akamediya Zanistên Civakî ya Şengalê ewe ku ji bo fermana 3.8.2014’an weke jenosîde were naskirin, kar û xebat bimeşîne.
Lêkolînkirina dîrok, çand, bawerî, felsefe û coxrafya Êzidiyan weke qadên esasî yên Akademiyê werin destgirtin
Di pêşxistina hemû xebatên Akademiya Zanistên Civakî de, perspektîf û rêbaza Jineolojiyê esas were girtin.
Akademî di dema pêş de hedef bike ku hemû nivîskar, rewşenbîr, akademisyen û dîroknasan di bin sîwanekî de bîne ba hev.
Xebatên weke konferans, komxebat û xebatên cûda, li Şengal û Iraqê were meşandin.
Li ser çîrok, stran, helbest û folklora Êzidiyan xebatên lêkolînê werin meşandin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û nasandina fikrê netewa demokratîk, di asta Iraqê de xebatên di nava hemû bawerî û civakan de were pêşxistin xebatên xwişk û biratiyê were meşandin. Li ser esasê rêgezên polîtîk exlaqî û heman demê de wek hev werin xurtkirin.