29 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêber Apo amade ye lê dewlet?

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de peyama çareseriyê daye. Her tim gotiye “Şert û merc bên amadekirin û dewlet amade be, ez dikarim pirsgirêkê bi rêya aştî, demokrasî, diyalog û muzakereyan çareser bikim. Lê hîn tecrîd didome û rayedarên dewletê li şûna gavên çareseriyê bavêjin zêdetir şer û polîtîkayên xetimandinê hildibijêrin

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku piştî bi destên hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15ê Sibata 1999an de radestî Tirkiyeyê hat kirin 26 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Ji hemû mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî û mirovî bêpar hatiye hiştin. 26 salin di tecrîda girankirî de girtî ye. 26 sal in ji mafê zagonî û hiqûqî bêpar tê hiştin. 10 salin tevî ku DMMEê biryar daye ku Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê bigere jî, Tirkiye zagonên xwe naguhere û destûr nade ku sûdê ji mafê heviyê bigire. Mafê radyo, televîzyon, rojname, ziyaretên malbat û parêzeran asteng kirin. Li gorî zagonan Abdullah Ocalan xwedî maf e ku her hefte bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Di sala 1999an de Parêzer 60 caran, di 2000an de tenê 37, di sala 2001an de tenê 40, di 2002an de tenê 35, di 2003an de 21, di 2004an de 25, di 2005an de 14, di 2006an de tenê 22 caran çûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Muxalefeta hewayê kirin hincet

Di sala 2007an de xwestin Abdullah Ocalan jehrî bikin. Dîsa 3 caran cezayê Hucreyê li Abdullah Ocalan birîn. 22 hefteyan li ser hev serlêdana parêzeran hat redkirin. Bi hinceta muxalefeta hewayê heye destûr nedan ku parêzer û malbat biçin îmraliyê.

Tecdîda di tecrîdê de

Di Tîrmeha 2008an de bi awayekî fîzîkî mudawxaleyî Abdullah Ocalan kirin. Bêyî daxwaza wî porê wî ji kokê ve jêkirin. Abdullah Ocalan diyar kir ku dewlet bi vê yekê peyama ‘Em kengî bixwazin dikarin te kontrol bikin. Di Cotmeha 2008an de dîsa Abdullah Ocalan li erdê dirêj kirin û îşkence lê kirin. Di heman salê de hucreya wî guhertin û xistin hucreyek biçûktir. Abdullah Ocalan ev wekî ‘tecrîda di tecrîdê de’ pênase kir.

Hevdîtina parêzeran bi tevahî qut kirin

Ji sala 2008an heta 27ê Tîrmeha 2011an gelek serlêdanên parêzeran hatin redkirin. Hevdîtina parêzeran di navbera 2008-2011an de bi sînor hat kirin. Lê piştî 27e Tirmeha 2011an hevdîtina parêzeran bi temami qut kirin. Parêzer 8 salan li ser hev rastî astengiya rayedaran hatin û nekarîbûn biçin Îmraliyê. Heta 2017an parêzeran 618 caran serî li dozgeriyê dan. Lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Parêzeran di navbera 2017 û 2018an de 202 caran serlêdan kirin. Lê dîsa serlêdanên parêzeran red kirin.

Berxwedana zindanan derî vekir

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8ê mijdara 2018an de ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Grevê 200 rojan berdewam kir. Di 2ê gulana 2019an de ku grev didomiya, Abdullah Ocalan piştî 8 salan cara yekemîn bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Di 22ê gulanê de Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtina duyemîn pêk anî û bang kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Li ser vê bangê çalakiya grevê bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna çalakiya grevê, parêzer di 12 û 18ê hezîranê û 7ê tebaxê de dîsa bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştre dîsa deriyên Îmraliyê li parêzeran hatin girtin. Di sala 2019an de ji bo hevdîtinê 104 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan tenê 5 jê hatin qebûlkirin û 67 serlêdan jî ne erênî ne jî neyînî nehatin bersivandin. 32 serlêdan jî hatin redkirin. Di 5 mehên destpêkê yên 2020an de jî 38 serlêdan hatine kirin. Di 26 salan de tenê 2 caran (27ê nisan 2020an û 25ê adara 2021an) destûra axaftina bi telefonê girtiye. Piştî axaftina telefonê ya 25ê adara 2021an 44 mehan bi tu awayî bi Abdullah Ocalan re têkilî nehat danîn û tecrîda mutlaq pêş ket. Ji 2014an heta niha tenê 6 caran malbat çûne hevdîtinê. Parêzer û malbatan ji bo biçin Îmraliyê heta 2024an bi giştî 169 caran serlêdan kirin. Lê serlêdan hemû bêbersîv hatin hiştin. Ji îlona 2018an heta niha bi hinceta “Qedexeya parêzeran heye” li ser hev 12 caran her ji 6 mehan carekê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dane. Dîsa Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ji îlona 2018an heta niha 23 caran her ji 3 mehan carekê cezayê dîsîplînê biriye.

Hewldanên ji bo çareseriyê

Piştî parêzeran di 2ê gulana 2019an de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, peyam şand derve. Parêzer Newroz Uysal ku hevdîtin kir, peyama Abdullah Ocalan parve kir. Peyam wiha ye: “…Ev pêvajoya em têde ne pêvajoyeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevhatineke kûr a civakî heye. Ji bo me aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk esas e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.”

‘Bi vîneke xurt hevkariyê bi min re bikin’

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 22ê gulana 2019an de hevdîtin kirin. Peyama Abdullah Ocalan a hevditinê wiha ye: “Di serî de hevalên ku bedena xwe dane ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê û hevalên din, di çarçoveya ku parêzerên min bi berfirehî agahiyan bide we de, ez li bendê me ku hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Ya girîng, ez hêvî dikim û li bendê me ku ji niha û şûnde hûn bi awayekî têr û vînek xurt hevkariyê bi min re bikin…”  

Bi înkar û îmhayê çareser nabe

Di 5ê Hezîrana 2019an de Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çû Îmraliyê û hevdîtin kirin. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de got: “Serok Ocalan got ‘Divê gelê Bakurê Sûriyeyê ji bo azadiyê bêtir têbikoşe. Lê divê hemû gelê Sûriyeyê tev li vê têkoşîna azadiyê bibe. Divê ji bo Yekitiya Sûriyeyê hemû gelên Sûriyeyê jiyana hevpar ava bikin. Ger ku vê yekê pêş bixin û bi ser bikevin tu hêz bi wan nikare. Tirkiye ketiye pêvajoyeke ku xetimiye. Ji ber vê yekê Dewleta Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bigire. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêş nakeve. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne’.”

Derfet bên dayîn çareserî hêsan e

Mehmet Ocalan anî ziman ku Abdullah Ocalan gotiye ‘Ger ku derfetê bidin em dikarin vê rêyê vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe. Ger ku hin qanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî be. Lê ger ku rê bên girtin wê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.’ Û bal kişand ser hewldanên çareseriyê.

Tirk û kurd bêyî hev nabin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina 12ê Hezîrana 2019an daxuyanî da û got: “Birêz Ocalan diyar kiriye ku ya esas digire tekoşîna jiyan û jiyandinê ye. Abdullah Ocalan da zanîn ku li gorî nîşana dîrokê tirk beyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamyayê kurd bên qedandin, li Anatoliyê li ser navê tirkan tu tişt namîne. Hebûn û pêşketina Kurdan û hebûna Tirkan bi hev ve girêdayi ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekîtiya Kurd û Tirkan, dê rê li pêş jiyana demokratîk û aştiyê ya gelên li Rojhilata Navîn jî veke.”

Şer pirsgirêka kurd girantir kiriye

Buroya Hiqûqê ya Asrinê peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 18ê hezîranê parve kir. Peyam wiha ye: “Derbarê pêvajoya çareseriyê de min qala helwesteke zelaltir û kûrtir kiribû. Min bi vê perspektîfê li geşedanên heyî nerî. Uslûba şer û dubendiyê ku mohra xwe li pêvajoya piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê da û dubendiya kevneşop a Tirkiyeyê derbas nekir, derketiye holê ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî girantir kiriye. Divê bê dîtin ku siberojê dê pirsgirêkên civakî yên navxweyî, pirsgirêkên herêmî û global girantir bibin, lewma gelekî girîng û bi wate ye ku ev helwesta rêya sêyemîn bê parastin. Xeta li ser bingeha sê hîman; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnê, platforma siyasî ya herî rast û hilberandina encamê ye. Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin.”

Peyama 7ê tebaxê

Parezeran piştî hevdîtina 7ê tebaxê daxuyanî danû gotin:  “Me 7ê tebaxa 2019an bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan li ser rojevên sereke yên wek pêşketinên dîrokî, têkiliyên kurd û tirkan, gotubêjên li ser rewşa şer û rageşiyê axivî. Têkiliyên kurd-tirkan yên ji Exlat û Milazgirê destpê kir heta Destûra Bingehîn a 1921ê hatin nirxandin.Birêz Ocalan diyar dike ku têkildarî vê mijarê bi hestiyar hemû derdor divê li gorî wê tevbigere. Bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, îsrara di vê polîtîkaya li herêmê de wê encamên hê girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne. Hewldanên demokratîk ên wî di dema Ozal de heta niha ji aliyê kontr-gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê.”

16ê tebaxa 2019an

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, di 12ê Tebaxê de çû Girava Îmraliyê û têkildarî hevdîtinê wiha got: “Serok ji min re got “Ev tişt bi şer nabe. Wê hem Tirkiye zerarê bibîne û hem jî gelên di nava hevde dijîn wê zerar bibînin. Divê aştî pêş bikeve. Ger ku Tirkiye têkeve axa Sûriyeyê ew jî nabe çareserî. Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rol û erka xwe pêk tînin. Operasyona Pençe tê wateya şer. Ev mesele bi rijandina xwina mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Tirkiye bêyî herêma Federe ya Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Divê her kes ji bo yekîtiya gelê Kurd di nava liv û tevgerê de be.

Abdullah Ocalan: Ez ji xwe bawerim

Mehmet Ocalan got “Birêz Ocalan dibêje tecrîda 20 salî ya li dijî wî bi şerên îro diqewimin ve girêdayî ye û dibêje ‘Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ji xwe bawerim û ji bo çareseriyê amade me. Lê dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike.”

Hêza min heye, le tecrîd didome

Abdullah Ocalan di hevdîtina 23ê cotmehê de gotibû “Tecrîd didome. Şert û merc bên avakirin hêza min a pratîk û teorîk heye ku ez vê pirsgirêkê ji zemîna şer derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.” Di 28ê Kanûna 2024an de bi rêya heyetê peyam şand û xwest meclis, partiyên siyasî, rêxistinên civakî ji bo çareseriyê rola xwe bilîzin.